PDK zexta ‘tev li çalakî û şahiyan nebin’ li HDP’yan dike

  • rojane
  • 13:34 14 Tebax 2018
  • |
img
HEWLÊR – Hevseroka HDP’ê ya Herêma Kurdistan a Federal Muzeyyen Guneş diyar kir ku li dijî rêveber û endamên wan asayîşa PDK’ê dixwaze bi zorê belgeya “Dê tev li çalakî û şahiyê nebin” bi wan bide îmzekirin. Guneş xwest rêveberiya PDK’ê dev ji van pêkanînên xwe berde. 
 
Partiya Demkorata Kurdistan (PDK) a li Herêma Kurdistan a Federal li dijî HDP’ê zextên xwe zêde kir. Asayîşa PDK’ê bang li rêveberên HDP’ê yê Herêma Kurdistana Federal Mehmet Kolçak kir û piştî çû Asayîşa Hewlêrê agahî jê nehat girtin. Piştî bûyera Kolçak, niha jî hat zanîn ku PDK dixwaze rêveber û endamên HDP’ê bi zorê belgeya “Dê tev li çalakî û şahiyê nebin” bi wan dide îmzekirin.
 
GUNEŞ: LI SER HDP’Ê ZEXT ZÊDE DIBIN 
 
Hevseroka HDP’ê ya Herêma Kurdistan a Federal Muzeyyen Guneş têkildarî mijarê agahî dan û anî zimn ku siyasetmedarên kurd û xebatkarên partiya wan ên ji ber sedemên siyasî neçar mane biçin Herêma Kurdistan a Federal û got: “Li vir jî her roja diçe li dijî rêveber û endamên me zext zêde dibin. Her ku diçe PDK zextên xwe li ser partiya me kûrtir dike. Ji bo em tev li çalakiyek û şahiyekê nebin bi darê zorê belge bi me dide îzmekirin û vê pêkanînê aniye pêşiya me. Asayîş bangî kesên di lîsteya destê wan de ye dikin û piştî hin pirsan ji wan dikin, bi darê zorê belge bi wan didin îmzekirin. Ev belge belgeya îtirafiyê ye. Di hundirê vê belgeyê de xalên ‘tu yê tu mafê xwe yê demokratîk bikar neynî, tev li çalakî û şahiya nebî û her gava ez biavêjim tu yê agahdar bibî” hene.” 
 
BELGEYA DUYEM JI HEWLÊRÊ DERDIXE 
 
Guneş anî ziman ku hin kesên naveroka belgeyê nizanibûne îmze kirin e û wiha dewam kir: “Dema ev kes vê belgeyê ku çalakî û şahî li wan tên qedexekirin, belgeya duyem bi wan îmze dikin. Di vê belgeya duyem de jî xala ‘Ez bi daxwaza xwe li Hewlêrê li cihê dijîm derdikevim’ cih digire. Ji ber vê yekê kesên sirgûnkirî nikare tu mafê xwe bikar bîne û mafê wan bi zorê ji destê wan tê girtin.” 
 
MALÊN WAN 24 SAET TÊN ŞOPANDIN 
 
Guneş da zanîn ku PDK vê pêkanînê di serî de li Hewlêrê û li Diyana û Dihokê jî xistiye meriyetê û wiha axivî: “Li Diyana û Dihokê dema du kes tên gel hev, asayîş wan binçav dike û hildidin darizandinê. Malên me 24 saet tên şopandin. Dema mêvanên me tên asayîş nasnameya wan dibin asayîşê û kontrol dikin. 14 roj berê piştî bangî Mehmet Kolçak kirin û çû buroya asayîşê me agahî jê negirt. Der barê wî de tu agahînedan. Dema me pirsî jî tê gotin tu haya wan jê nîne. Me xwest em têkildarî vê daxuyanî bidin, lê destûr nedan. Dê li dijî van pêkanînên neheq çalakî û daxuyaniyên me dewam bikin.” 
 
‘KARSAZ JÎ DI BIN ZEXTAN DE NE’ 
 
Guneş destnîşan kir ku karsazên kurd ên ji Tirkiyeyê tên li bajarên Herêma Kurdistan a Federal dixebitin jî rastî heman pêkanînan tên û her tim di bin navê “kontrolê” de zext li ser wan tên kirin. Guneş bang li PDK’ê û YNK’ê kir û got: “Dev ji van pêkanînên bêhiqûq ên bi feraseta hikumeta Tirkiyeyê tên kirin berdin. Divê kurdên li çar parçeyan li dijî van neheqiyan û bêedaletiyê dengê xwe derxin.” 
 
MA / Erdogan Altan 
 
 
 
 

Sernavên din

17/08/2018
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2018'AN
16/08/2018
20:58 Malbatên Roboskiyê: Em ne di heman keştiyê de ne
19:20 Nehiştin heyeta serbixwe têkeve Kampa Penaberan a Telhamûtê
19:05 Heyeta HDP û KCD'ê li Dersimê herêmên dişewitin lêkolîn kirin
16:36 Şewata li Dersimê ji Wezîr Pakdemîrlî hat pirsîn
16:11 Evran: Para DYA di êrîşa Şengalê de heye
16:07 Temellî: rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye
15:43 KCD: Êrîş li dijî hemû gelê Kurdistanê pêk hatiye
14:38 MYK HDP’ê: Em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin
14:29 Parêzerê Brunson: Em dê dîsa îtîraz bikin
14:25 Waliyê Dersimê: Wêneyê şewatê ne aîdî Dersîmê ne
Hunermend Ferhat Tunç: Dîmen li Alîbogaziyê hat kişandin
14:16 Peskov: Têkildarî ‘Zîrveya Sûriyeyê ya Sêyemîn’ daxuyanî da
14:07 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê banga tevlêbûnê
13:39 ‘Erdogan li şûna çareseriyê netewperestiyê pêş dixe’
13:38 Parêzerên Ocalan cara 781’emîn serî li dozgeriyê dan
13:01 2 karekrên Sûriyeyî di şewata fabrîqeya pêlavan de mirin
13:00 Li Semsûrê pevçûn: 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bû
12:33 OSO du dikan gulebaran kir
12:24 Xeta SMS a Şaredariya Mêrsînê têk birin û peyama 15’ê Tebaxê ji milyonan re şandin
11:53 Piştgiriya ji bo mertalên zindî zêde dibe
11:46 Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da
11:38 Êzidiyên li Koço jiyan xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn
11:37 Amediyan şeva xwe di bin ablukaya polîsan re derbas kir
10:55 Hevseroka KESK'ê Gezen: Em ne di heman keştiyê dene
10:36 Şewata li Dersimê belav dibe
10:17 Esnafên Bazara Jinan ji ber zemê dikanên xwe digirin
09:21 Katircioglû: Sedema krîzê ne Amerîka ye
09:20 'Tembûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye'
09:20 ‘Heta niha me krîzek wiha nedîtiye'
09:19 HDP ji bo biçe Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê bide
09:18 Teblîxatên tehdîtê ji xwediyên malên ku naxwazin malên xwe bifiroşin re dişînin!
09:18 'Divê rêya kampên penaberan ji bo rêxistinên jinan bên vekirin'
09:17 Sewalvanê ku li benda Cejna Qurbanê ne xeyalşikestî bûn
09:16 Germava Zerene ji ber bêxwedîbûnê tune dibe
09:15 'Em bi projeyên xwe nêrînên li ser jinan diguherînin’
09:14 Muzeya hişê komkujiya li ser Kurdan: Emnesûreke
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2018'AN
15/08/2018
22:19 Ji bo birayê xwe bibîne çû girtîgehê hat binçavkirin
22:13 Balafirên şer Şengalê bombebaran kirin
17:37 Salvegera 2’yemîn a rizgarkirina Minbicê hat pîrozkirin
16:20 'HDP bi binçavkirinan tu carî gavan paşve navêje'
15:56 Serokê Desteya Rêveberiya Rêxistina Efû Kiliç hat berdan
15:35 Turan ê HDP’î: Yên krîzê ava dikin dê bedela wê bidin
14:38 Li Agiriyê 24 binçav kirin
14:10 Li Semsûrê 3 kes hatin binçavkirin
14:07 Baroya Dersimê: Divê mûdaxileyê şewatê bê kirin
13:47 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Krîza aborî krîza rejîma yek zilamî ye
13:27 Hevşaredara Dersimê Altun nehat berdan
12:44 Serlêdana duyem jî ya ji bo Brunson hat redkirin
12:09 2 leşker li Semsûrê birîndar bûn
12:04 Li Antalya agir bi daristanê ket
11:52 Li Mêrsînê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:32 Sariyildiz: Krîz bi şerê li dijî gelê Kurd re destpêkir
11:26 Taşdemîr: Derbaskirina krîzê bi avakirina demokrasiyê pekan e
11:07 Çîrokbêj Duymak: Çîrokên me evîn û şerê me ne
10:55 Çerkez û Tirkmenên li Mînbîcê komele avakirin çand û zimanê xwe diparêzin
10:46 Li Stenbol û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:38 Di dowîzê de hamleyek nû
10:00 'Rojnameya Azadiya Welat tu caran j rastiyan tawîz neda'
09:13 'Nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe berpirsiyariya sereke ye'
09:13 Dêra ku wekî 'navenda pêşvexistina turîzmê' hat îlankirin niha hindik maye birûxe
09:12 Kovara Kund: Armanca me ew e ku em bi kurdî bidin xwendin
09:11 'Ozgur Gundemê ji çanda ragihandina heqîqetê bû’
09:11 Ji ber zêdebûna dowîzan kes naçe bazarên wesayîtan
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN
14/08/2018
21:38 Li Dersimê pevçûn
20:19 Hevserokê DBP’ê yê Çûkûrovayê hat girtin
18:52 Li Êlihê teqînek çêbû: 4 zarok birîndar bûn
16:52 Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
16:01 Li Îtalya pir hilweşiya: Bi dehan kes mirin
15:46 Parêzerê Brunson: Ji bo krîz çareser bibe divê miwekîlê min berdin
15:22 HDP’yan malbata Çoban ziyaret kir
15:15 Rojnamegerê girtî Guleş: Name û pirtûkên Kurdî qedexene!
14:29 Bi hezaran hektar qad bû xwelî lê rayedar lê temaşe dikin
14:28 Îlbaş tayînê Wanê hat kirin û Çîtil jî terfi bû
13:59 Parêzerê Brunson îtîrazî hepsa malê kir
13:34 PDK zexta ‘tev li çalakî û şahiyan nebin’ li HDP’yan dike
13:19 ENKS, daxwaza MSD`ê Ya Sûriyek Demokratîk û Yekitiya Gelan xirap dibîne
12:53 Çiyanê Xozatê hatin bombebarankirin
12:18 Li Bursayê serdegirtina malan
12:07 Yalçinkaya di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst
12:06 ‘Çareseriya krîza aborî di pêvajoya aştiyê de derbas dibe’
11:17 Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê
10:41 Hişê xwe winda kir lê wî sewqî nexweşxaneyê nakin
10:18 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê gelê xwe biparêzin
09:45 Li dijî HDP’ê operasyon
09:26 Li Edeneyê serdegirtina malan: 4 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
09:16 Di avêtina ser malan de diyalogeke ecêb
09:16 Rewşa Arîna biçûk a girtî nebaş e
09:15 Ji bo dawî li aloziyê bê divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê
09:14 Esnafê 10 salan: Bêyî serfetih dikana xwe digirim
09:13 Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man
09:13 Aborîzan Muftuoglû: Dê her tişt bê zemkirin
09:12 Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan
09:12 Heşdî Şabî Vedikişe Artêşa Iraq Tê Cihê wê
09:11 Li Colemêrgê dema şahiyên berxbiran
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN
13/08/2018
19:34 Şewata li Dersimê belav dibe
17:35 Cenazeyê Atakan Mahîr hat wergirtin
17:03 Rêxistinên tenduristiyê: Dema em dixebitin em naxwazin bimirin