NAVENDA NUÇEYAN - Endama Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê Fesla Yûsif di daxuyaniya xwe ya di Rûdaw TV de, daxwaza MSD`ê ya Sûriyeke Demokratîk û Yekitiya Gelan pir xirab nirxand û got: “Danûstandinên wan ên li gel Şamê jî, ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e.”
Bertek û daxuyaniyên nakok ên rêveberên Encumena Niştîmanî Kurdistan a li Sûriyeyê (ENKS) ên derbarê hevdîtina şandeya rêveberiya Bakurê Sûriyeyê û rejîma Sûriyê ya li Şamê de berdewam dikin. Endama Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê Fesla Yûsif, derbarê hevdîtinên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a bi rêjîmê re weke ku qaşo bi mafê kurdan difikirin û tenê kurd di Sûriyeyê de hene, dinirxîne. Yûsif, di daxuyaniya xwe ya li ser Rûdaw TV de, mafê hemî pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn, bin pê dibin û weke ku pêkhateyên cuda di Sûriyeyê de nîne nirxanddinirxîne û daxwaza MSD`ê ya Sûriyeyek Demokratîk û Yekitiya Gelan xirap dibîne. Hat destnîşankirin ku armanc ji van daxuyaniyan tenê reşkirina MSD`ê û berovajîkirina rastiyane.
GELO DAXWAZA SÛRIYEK DEMOKRATÎK TİŞTEK XIRAB E??
Daxuyaniya Fesla Yûsif a di dîroka 12.08.2018’an de li ser Rûdaw TV dabû wihaye:“Pirsa kurd di civîna wan de nayê gotûbêjkirin, tenê behsa Sûriyeyek demokratîk û yekitiya gelan tê kirin. Danûstandinên MSD`ê yên li gel rejîma Sûriyê çêdibin ne di asta siyasî û dîplomasî de ne. Tişta em dizanin berpirsên ewlekariyê yên rejîma Sûriyeyê ligel wan rûdinin. Berpirsên MSD`ê bixwe jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku ew ne nûnerê gelê kurd in û danûstandinên wan ên li gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê kurd e. Ew ji bo Sûriyeyek demokratîk, yekitiya gelan û mafê hemû pêkhateyan dixebitin. Ew ji bo bîrdozî û pergala xwe kar dikin.”
Ligel rayedarên rejîma Sûriyê derbarê hevdîtinan de daxuyaniyên wan hatibin weşandin jî, Yûsif îdîa kir ku heta niha jî bi awayek fermî hikûmeta Sûriyeyê ev danûstandin û civîn ranegihandine û got: “Bi baweriya min tiştên di civînan de tên gotûbêjkirin di warê xizmetguzariyê de ne.”
DAXUYANIYA MSD’Ê ÇI BÛ?
Hevseroka Rêveberiya MSD’ê Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên bi rêjîmê re hatine kirin de, daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi diyloga Sûrî-Sûrî gengaze. Hevdîtin li ser vexwandina hikûmeta Sûriyê bû û hejmarek ji dosyeyan hatin guftûgokirin, ji wan dosyeya destûrî û xizmetguzariyê bûn. Me bi Şamê re li ser pêkanîna komîteyên hevbeş lihev kir, ji bo pirsên girêdayî bi pergala hikûmranî û rêvebirina navçeyên Sûriyê û bi taybet navçeyên di bin destê me de behs bikin û me tu redkirin ji aliyê hikûmetê ve derbarê Rêveberiya Xweser a ji navçeyên kurdî re nedît. Pirsa radestkirina navçeyên di bin kontrola me de nehat guftûgokirin û piraniya pirsên di hevdîtina yekem de hatine guftûgokirin jî, dê di qonaxên bê de bên rojevê, bi taybet mafên gelê kurd û pêkhateyên din di Sûriyeyê.”
Îlham Ehmed daxwaz ji Rûsyayê jî kiribû di rewşa Efrînê de biçin destêwerdan û sererastkirinê û wiha gotibû:“Bi deh hezaran gelê Efrînê koçber bûn. Divê pirsgirêka Efrînê bi derxistina hêzên tirkî ya ji Êfrînê bê çareserkirin. Em naxwazin Efrîn bibe Lîwa Iskenderonên nû.”