BURSA - Polîsan bi hinceta “Parvekirinên medya civakî” di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û herî kêm 2 kes binçavkirin.
Li Bursayê, polîsan bi hinceta “Parvekirinên medya civakî” di saetên serê sibê de bi ser malan de girt û herî kêm 2 kes binçav kirin. Hinceta parvekirinên medya civakî, weke pîrozbahiyên Newroza Bursa hatin nîşandan. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin, birin Midûryeta Polîsan a Bursayê.