AMED – Ciwanên Amedê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şaş û şer ên desthilatdariya AKP’ê rewşa krîza aborî hatiye vê rewşê û çareseriya krîza aborî di pêvajoya aştiyê de derbas dibe.
Bi bihakirina dovîzan re krîza aborî li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe. Lîreyên Tirk qîmeta xwe winda dike. Pispor diyar dikin ku ji ber polîtîkayên hikumetê rojên pêş wan dibe ku rewş tarîtir bibe. Ciwanên Amedê bal kişandin ser krîza aborî û çareseriya krîzê bi pêvajoya aştiyê re girê didin.
‘POLÎTÎKAYA ZORDEST KRÎZÊ TÎNE’
Ji endamên LGBT’ê Rojda Berent bi bîr xist ku di demên dawî de li ser ciwanan zext zêde bûne û got: “Polîtîkaya ‘yên diaxivin bêdeng bike û yên serkeftî bikuje’ pêk tînin. Polîtîkaya zordest û aboriyê li ser ciwanan bandorek neyînî dike.”
‘ÇARESERIYA KRÎZÊ DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE DERBAS DIBE’
Nurullah Taş jî destnîşan kir ku çareseriya krîza aborî bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ne û got: “Heke pêvajoya aştiyê hebûya wê krîza aborî jî bihata çareserkirin. Divê pêvajo bizivire pêvajoya çareseriyê ya 2013-2014’an. Em wek ciwanan dixwazin dawî li pêvajoya şer bê û dîsa li ser maseyê bê rûniştandin.”
‘SEDEMA KRÎZÊ POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ IN’
Serfiraz Ulaş anî ziman ku aloziya li welêt ciwanan ber bi bêhişmendiyê ve dibe û got: “Sedemê krîza aborî ya îroyîn polîtîkayên şaş ên hikumetê ne. Gel bi rêbazên olê dimêtînin û xwe wek di warê aboriyê de baş in didin xuyakirin. Îro mal û milkên gel tên talankirin. Çand û dîroka mirovan tê wêrankirin. Zimanê wan tune dikin.”
‘FABRÎKA HATIN GIRTIN’
Ciwanê bi navê Abdullah jî da zanîn ku rêjeya bêkariyê li Amedê di asta herî jor de ye û wiha axivî: “Mirov neçarin biçin derveyî bajêr. Beriya krîzê hin fabrîka hebûn, lê bi kûrbûna krîzê re fabrîka hatin girtin.”
‘DIVÊ EWIL DAWÎ LI ŞER BÎNIN’
Egît Kirkan jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên şaş krîza aborî her diçe kûrtir dibe û got: “Roj bi roj aborî zirar dibîne û rewş ber bi kambaxbûnê ve diçe. Dewlet mirovan mehkumî kredî û kartan dike. Dixwaze wan wisa dewlemend bike. Gel jî vê krîzê baş nade nîşandan. Îro hema bêje deyne hemû kesî yên kredî heye. AKP ji aliyekî ve hemû xwezayê wêran dike û beton dike. Qîmetê nadin karker û kedkaran. Hemû hilberîna cotkaran di destê wan de dimîne û cotkar hatine ber rewşa topavêtinê. Ji bo vê yekê jî divê demildest dawî li pêvajoya şer bê û dewlet dîsa pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.”