ENQERE – Li Enqereyê serê sibê polîsan li dijî HDP’ê operasyon pêk anî û hin rêveberên HDP’ê binçav kirin.
Li Enqereyê polîsan serê sibê bi ser malên HDP’iyan ve girt. Di serdegirtina malan de rêveberê HDP’a Enqereyê Mahmut Emîn Avci, Namzeta HDP’ê û berdevka berê ya Meclîsa Jinan a Enqereyê Îpek Gur, Rêveberê HDP’a Çankayê Ramazan Karakoç, Rêveberên HDP’a Keçîorenê Fîgen Oncu û Gulhan Akinci, Dayikên Aştiyê Kadriye Ozgan û Minibe Koç hatin binçavkirin.
Parêzera got dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.