MÊRSÎN – Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Mêrsînê anîn ziman ku ji roja ku hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye qedexekirin, aloziya ku Tirkiye li Rojhilata Navîn re pê re rû bi rû maye her diçe kûrtir dibe. Nûneran got, mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û malbatê jî ji 11'ê Îlona 2016'an ve nikarin hevdîtinê pê re çêbikin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê anîn ziman ku çareserî bi vekirina deriyên Îmraliyê re pêkan e.
‘GELÊN MAZLÛM HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN'
Berdevkê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Zindanan Ahmet Ogûz destnîşan kir ku îzolasyon tenê li ser Ocalan nayê sepandin, di serî de li ser gelê kurd û Rojhilata Navîn û bi giştî li ser hemû gelan tê sepandin û got: "Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Ji bo dawî li aloziya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bê, divê demildest dawî li tecrîda li ser Ocalan bê. Piştî tecrîd li ser Ocalan hat sepandin, ev tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bû. Gelê kurd bi tevahî hat tecrîdkirin. Bi kurt û kurmancî Tirkiye veguherî girtîgeheke nîvvekirî."
‘DÊ ALOZÎ ZÊDE BIBE'
Ogûz, bilêv kir ku heta hevdîtin bi Ocalan re çênebe dê alozî kûrtir bibe û got: "Bang li gelê kurd, welatparêz, nivîskaran dikim ji bo demildest dawî li tecrîdê bê divê tev bigerin. Divê neyê jibîrkirin heta hevdîtin bi Ocalan re çênebe dê aloziya aborî û siyasî kûrtir bibe."
‘OCALAN MIFTE YE'
Berdevkê Hewldana 78'an a Mêrsînê Bayram Kizartici, destnîşan kir ku tecrîd sûc e û tecrîdkirina kesekî ku bi milyonan kes ew wek vîna xwe dibînin dê bi xwe re pirsgirêkên cidî bîne û got: "Berî her tiştî bêjim, tecrîd li ser kê tê sepandin bila bê sepandin, lê sûc e û dê encamê neguherîne. Elbet dê bibe cihê encamên cidî. Li welatê me û herêma me pêvajoyeke pevçûnî heye. Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan dibe sedema kûrbûyîna pevçûnan jî. Eger tê xwestin li welat û herêmê aştiyek çêbibe divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê. Birêz Ocalan rêbereke wisa ye ku mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û welat di dest wî de ye. Bi milyonan mirov wî wek sermuzakerevan dibînin. Bi tecrîda li ser Ocalan, dixwazin gel ji rastiyê dûr bixin û pêvajoya pevçûnî berdewam bikin. Loma ji bo dawî li vê pêvajoya pevçûnî bê û çareserî pêk bê beriya her tiştî divê dawî li tecrîda li ser Birêz û Ocalan û ya lig irtîgehan bê. Em li dijî her cure tecrîdê ne."
‘PÊDIVIYA HERÊMÊ PÊ HEYE'
Hevserokê DBP'a Mêrsînê Munîr Guzel jî, destnîşan kir ku Ocalan rolê hevsengiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn e û her wiha ji bo dawî li şerê li herêmê bê û aştî û demokrasî pêk bê aktorekî girîng e. Guzel, bilêv kir ku wekî pêvajoya çareseriyê, niha jî pêdivî bi fikrên Ocalan heye û got: "Em kesên ehlê demokrasî, aştî û azazdiyê, dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bê. Pêdiviya me bi perspektîfên Birêz Ocalan ên di dema pêvajoya çareseriyê de hene. Loma divê demildest dawî li tecrîda li ser bi dawî bê û bê berdan."