COLÊMERG - Şahiya berxbirê ya gundê Bayê yê navenda Colemêrgê, ji ber qedexeyên zozanan coşa xwe ya berê winda kiriye. Lê ligel vê yekê jî di şahiyê de dîmenên rengîn û balkêş derketin holê.
Şahiyên berxbirê li herêmê bi sedan sale berdewam dike û bûye parçeyeke rê û resma civakê. Îsal jî şahiyên berxbirê li gelek bajarên herêmê hatin lidarxistin. Gundiyên sewalkariyê dikin, îsal di meha Tebaxê de li qadeke diyar kirin, hemû di heman rojê de li wê qadên kom dibin û şahiya xwe pêk tînin. Yek ji van adresan jî gundê Bayê yê navenda Colemêrgê ye.
‘ÊDÎ SEWALKARÎ NAYÊ KIRIN’
Cahît Çîftçî yê sewalkariyê dike, diyar kir ku ji ber qedexeyên zozan û mêrgan, li herêmê sewalkarî û cotkarî ber bi tunebûnê ve diçe. Çîftçî, zanî ziman ku bûhayê guşt pir giran bûye û wiha axivî: “Ji ber vê sedemê êdî em mîna berê nikarin li her derê şahiya berxbirê li darbixin. Em dîsan hewl didin xwedî li vê rê û resma xwe derbikevin. Berê me bi awayekê pir rehet ev şahiyên xwe lidar dixist. Ji bo ku em karibin di mîhrîcan û şahiyan de berxên xwe bibirîn divê qedexe bên rakirin.”
Welatiyê gundê Bayê Cîndî Beyter jî, da zanîn ku hemû dost û xizmên xwe vedxwînin şahiya berxbirê û wiha axivî: “Kesên tên vê derê demên bi coş û keyfxweş derbas dikin. Tucarên berx û karikan dikirin jî beşdarî şahiya berxbirê dibin.
‘JIN HEMÛ KARAN DIKIN ’
Jina ku beşdarî şahiya berxbirê bûbû û nexwest navê xwe bide jî, diyar kir ku karê xwe pir cîdî dike û wiha bilêv kir: “Bi salane ez bixwe berxên xwe dibirim. Li vê herêmê jin hemû karan dikin. Ez jî karê xwe bixwe dikim. Ger mirov li van deran bijîn, divê ew bixwe karê xwe bikin. Jin kedek mezin didin. Ez tenê dixwazim hemû kes nirxê bidin jinan û keda wan binpê nekin.”
LISTÎKA QÊLANE
Coşa ciwanên gund a herî mezin lîstîka Qêlanê ye. Ciwanên dibin du kom, lîstika xwe bi coş û keyfxweşiyek mezin dilîzin. Ciwan bi vê lîstikê demên keyfxweş derbas dikin. Di vê lîstîkê de ciwan 3 kevirên çikandîn hewl didin birûxin. Koma li ber xwe dide bi ser dikeve.
MA / Hamza Gunduz