MELETÎ – Yek ji fermandarên HPG’ê Îbrahîm Çoban ê tê gotin di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin.
Hatibû aşkerekirin ku yek ji fermandarê HPG’ê Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) ê di oprasyona 11’ê tebaxê de li çoltera navçeya Pilûmiriye ya Dersimê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Malbata Çoban agahî girt û ji bo teşhîsa cenaze çû Saziya Tiba Edlî û cenaze teşhîs kir. Parlamenterên HDP’ê jî li gel malbatê çûn Meletiyê.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Walî û rayedarên leşkeran bi şertê dê malbata Çoban, ferzkirina wekîlên HDP’ê tev li merasîmê nebe daniye pêşiya malbatê. Berevajî vê yekê dê cenaze radestî malbatê nekin.
CENAZE BIRIN CIHÊ LÊ JI DAYIK BÛYE
Malbatê cenazeyê Çoban ji Saziya Tiba Edlî wergirt û ber bi gundê Aktil ê bi ser navçeya Elbîstana Mereşê ve derket rê. Hat zanîn ku çawa cenazeyê Çoban gihîşt gund leşkeran zext li ser ferdên malbatê kirine.
Li aliyê din der barê nasnameya endamên HPG’ê yên tê gotin di heman operasyonê de jiyana xwe ji dest dane agahiyên zelal nehatine bidestxistin.