ÊLIH – Li gundê Selîvê yê Hezoyê ji ber trafoyên DEDAŞ’ê çirûsk dan şewat derket. Di şewatê de 50 kewarên mêşên hengiv şewitîn û mêş telef bûn.
Li Mewkiya Uçyol a li gundê Selîvê ya bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve ji ber têlên dîrek û trafoyên ceryanê yên DEDAŞ’ê li hev ketin û çirûsk jê ketin li prêza genim şewat derket. Agir li derdorê belav bû û ev şewat bû sedema ku lawir bişewitin. Di şewatê de 50 kewarên mêşên hingiv ango sindoqê mêşan ên aîdî mêşvanek ji Sasonê jî şewitîn û bû sedema telefbûna mêşan.
Heta ku komên temartinê yên Şaredariya Hezo hatin cihê bûyerê, gundiyan şewatê temart û nehiştin şewat li derdorê berfireh bibe.