EDENE - Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’a Edenê, diyar kir ku divê hemû tundiyên li dijî zarokan weke sûc di qanûnan de, cih bigirin.
Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirov (ÎHD) a Edenê, derbarê bûyerên tundî, tacîz, tecawîz û êrîşên li ser zarokan, li avahiya Şaxa ÎHD’a Edenê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civînê bûn. Endamê Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’a Edenê Taner Taş di civînê de axivî û wiha got: “Bûyerên tacîz, tecewîz, tundî û êrîşên li ser zarokan bi dawî nabin. Ji ber ku bersûc nayên cezakirin, bûyerên wiha zêdetir dibin. Tu hincetên bûyerên tundiyên zayendî yên li dijî zarokan tuneye. Divê bersûcên wiha bêceza nemînin û derkevin pêşberî darazê. Em dixwazin bûyerên tacîz, tecawîz, tundî û êrîşên zayendî yên li ser zarokan weke sû cdi qanûn de cih bigirin. Emê heya dawiyê şopdarên bûyerên wiha yên li ser zarokan bin.”