WAN – Li gundê Reşe Sebriya ya bi ser navçeya Gogsî ya Erziromê ku 25 roj in dorpêç lê didome, 3 roj berê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li gundê Reşe Sebriya ya bi ser navçeya Gogsî ya Erziromê ve 25 roj in di dorpêça leşkeran de ye. 3 roj berê leşkeran bi ser malan de girt û Haydar Oran, Emîn Oran Cemîl Oran û Aynur Oran binçav kirin. Her çar welatî 3 roj li Qereqola Cendermeyan a Goksu ya Gogsiyê dihatin girtin. Piştî îfadeyên her çar welatiyan hatin sitendin hatin berdan. Dorpêça li gund didome.