Mexdûrên OHAL’ê behsa îşkenceyê kirin: Ji ceryanê, heta destdirêjiya zayendî îşkence li me kirin

  • rojane
  • 11:59 13 Tebax 2018
  • |
img

RIHA - Mexdûrên di pêvjoya OHAL’ê de hatin binçavkirin û hin kesên hatin girtin îşkenceya li ser wan hatiye kirin vegotin û diyar kirin ku ew bi rêbazên askiyê Filîstînê, di laş de cixare tefandin, bênefes hiştin, feleqe, ceryan dayîn û zextên derûnî re merûz mane. 

Di pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) de tenê li Rihayê bi sedan kes hat binçavkirin. Ji van binçavkiriyan hin kes hat girtin. Kesên di OHAL’ê de hatin binçavkirin û mexdûr bûn îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin. Welatiyan diyar kir ku li Salona Sergirtî ya Sporê ya Sabîha Ozlek û di jêrzemîna avahiya Şaxa TEM’ê tiştên hatine serê wan li dijî mirovahiyê ye. Welatiyan got bi rêbazên mîna askiyê Filîstînê, di laş de cixare tefandin, bênefes hiştin, feleqe, ceryan dayîn û zextên derûnî îşkence li wan hat kirin. 
 
Yên îşkence dîtin anîn ziman ku her çiqas 2 sal bi ser tiştên hatine serê wan re derbas bûbe jî lê travmayê ji ser xwe neavêtine û nikarin behsa wê pêvajoya giran bikin. 
 
‘DU CARAN JI SER HIŞÊ XWE ÇÛM’ 
 
M.S. yê di nîveka 2016’an de li ser rêya Riha û Mêrdînê hat binçavkirin û 30 roj bi hinceta “Endamtî û propaganda rêxistinê” di binçavan de ma û pişt re hat girtin tiştên hatin serê wî bi nameya şand de vegot. M.S. di nameya xwe de wiha dibêje: “Polîsên tîmên taybet min binçavkirin. Li cihê bûyerê heta ez ji ser hişê xwe çûm min derb kirin. Dema ez hatim ser hişê xwe min xwe di hucreyê de dît. Piştî çend saet şûn ve min bi çavgirtî ji hucreyê derxistin û min daxistin cihekê. Ji ber çavê min girtibûn min nizanibû li ku me. Piştî demekê cilên min derxistin û min tazî kirin. Ewil ava şid reşandin min. Pişt re min der bkirin. Bi vî awayî 15 deqîqe îşkence li min kirin. Di vê navberê de du caran ji ser hişê xwe çûm. Polîsan heta bin piyê min biteqin feleqe li min kirin. Min bi askiyê Filîstînê darizandin. Bi dayîna ceryanê îşkence li min kirin. 
 
HER TIM DENGÊ ÎŞKENCEYÊ BI MIN DIDAN GUHDARKIRIN 
 
Nêzî 20 rojan bi vî awayî îşkence li min kirin. Roja dawî îşkenceya herî giran li min kirin. Cixareyên xwe li ser laşe min vemirandin. Testîsên min bi hev ve jidandin. Di îşkenceyê de xwestin sûcê min nekiriye ragirim ser xwe. Her tim ji min re digotin ‘Te van bombeyan dîtiye. Bi kî re û hûnê kî derê bifirînin hewayê.’ Dema min digot tiştekî nizanim, hin bêtir îşkenceya giran li min dikir. Piştî 20 rojan min birin nexweşxaneyê û lê rapora derbê nedan. Piştî 10 rojan ji emniyetê min birin edliyeyê û ez hatim girtin. Piştî êşkenceya li min hat kirin her tim mil û pişta min diêşe. Piştî ez hatim girtim min der barê yên îşkence li min kirin e de gilî kir, lê min tu encamê bi dest nexist.” 
 
‘ÎŞKENCE DI MAŞÎNEYA POLÎSAN DE DESTPÊ KIR’ 
 
X.M. ê piştî teqîna Beşîktaşa Stenbolê ya di 15’ê kanûna 2017’an de pêk hat û têkildarî bûyerê li navçeya Siwêregê hat binçavkirin behsa tiştên anîne serê wî kir. X.M. wiha behsa xwe kir: “Ez li Salona Sporê ya Sabîha Ozlek a Sergirtî 30 roj di binçavan de mam. Di maşîneya polîsan de ji Siwêregê heta Rihayê min derb kirin. Li emniyetê berê min dan dîwar û bi saetan min sekinandin. Polîsek hat û bi qûndaxa debancê li min da. Li seranserî dema min li emniyeta Siwêregê hiştin, sirûdên nijadperest bi min didan guhdarkirin û heqaret li min dikirin. Piştî rojekê min birin Rihayê. Li Rihayê ewil min Salona Sporê ya Sabîha Ozlek. Dema min birin salonê nêzî 300 kesî li wir hebûn.
 
HER CARA LI MIN DIDAN NEFESA MIN DIHAT BIRÎN
 
Li Emniyeta Rihayê çavê min girtin û dest bi darizandina min kirin. Di darizandinê de ji min re gotin ‘teslîmî me bibe û agahî bide me.’ Di vê navberê de çek li ber guhê min teqandin û gefa kuştinê li min xwarin. 15 rojên ewil tenê min dibirin darizandinê û dianîn. Herî zêde zextên derûnî li ser min dikirin. Piştî 15 rojan îşkenceya fizikî li min kirin. Di jêrzemîna TEM’ê de îşkence li min dikirin. Li vir min tazî dikirin û cîhazek di destê wan de bû dema didan ser sînga min, bêhna min dihat fetisandin. 
 
HEWLDAN TECAWIZÎ MIN BIKIN 
 
Ji ber ku ez neaxivîm, min li erdê dirêj kirin û destdirêjî min kirin û hewla tecawizê pêk anîn. Çi cûreyên rêbazên rûmet şikandinê hebûn li ser min ferz kirin. Malbata min tehdît dikirin û digotin ‘heke tu neaxivî em ê xwişkên te bigirin û tecawizî wan bikin.’ Her tim fîlmê porno û dengê îşkenceyê bi min didan guhdarkirin. Dema min tiştên digotin qebûl nedikir, hin zêdetir îşkence li min dikirin. Piştî min berdan jî gefên wan li ser min dewam kirin. Hêj bandora wê îşkenceyê û zexta derûnî li ser min heye. Ez ê serî li ÎHD’a Amedê bidim û ez ê pêşiya vê neheqiyê berendim.” 
 
‘MIN TAZÎ KIRIN Û ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’ 
 
B.Ç. yê bi îdiaya li Siwêregê tev li şewitandina makîneyek kar bûye li mala xwe hat binçavkirinû di binçavan de îşkenceya lê hatiye kirin wiha vegot: “Di 6’ê mijdara 2016’an de li Siwêregê hatim binçavkirin. Ewil min birin emniyeta Siwêregê û ji wir jî birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê. Ji ber ku rê li Şaxa TEM’ê tune bû, min birin Salona Sporê ya Sabîha Ozlek. Li wir min tazî kirin û îşkence li min kirin. Li wir şibak şikestî bû û sar bû. Xalîçe û betaniye tune bû. Derfetên em serê xwe bişon jî tune bûn. Bi sabûna ronatî me di daşirê de serê xwe dişûşt. 
 
BI KELEPÇEKIRÎ ÎŞKENCE LI MIN DIKIRIN 
 
Çavê min girtî û destê min kelepçekirî 2-3 saet îşkence li min kirin. Dotira rojê min birin Siwêregê cihê bûyerê û lêkolînan kirin. Pişt re min dîsa birin Rihayê. Wê şevê îşkence li min kirin. Pişt re min ji Salona Sporê girtin. 10 rojên ewil îşkence li min kirin. Îşkenceya li min dikirin piraniya wê îşkenceya zayendî bû. Ceryanê didan dest û piyê min. Testîsê min dijidandin. Tecawizî 3 kesên dinasim kirin. 
 
BIJÎŞKA GAV PAŞ VE DIAVÊT 
 
Bi giştî 20 rojan li emniyetê îşkence li min kirin. Piştî 20 rojan min birin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan û min li vir ji bijîşk re got îşkence li min kirin e lê bes guhdar nekir. Min muayene jî nekir. Her tiştî ji ser serê xwe avêt. Destûr nedan ez li dadgehê tiştên anîne serê min bêjim. 
 
DEMA MAŞÎNEYA POLÎSAN DIBÎNIM DITIRSIM’ 
 
Piştî min berdan, di warê derûnî de min bi zorê xwe komî ser hev kir. Her cara maşîneya polîsan dibînim ditirsim. Piştî min berdan jî gefên polîsan li ser min dewam kirin. 4 meh van gefan dewam kir. Piştî berdanê ji nexweşxaneyan min xwest rapora derbê bigirim, lê piştî bijîşkan navê îşkenceyê dibihîst rapor nedidan. Parêzer jî got ‘heke rapora derbê tune be. Ez nikarim giliyê sûc bikim.’ Bi kurtasî ew tirs her tim li ber çavê min e.” 
 
 

Sernavên din

13/08/2018
16:57 Berdevkê HDP’ê Oluç: Heke dawî li xerckirina şer bê dê krîz bisekine
16:16 Kewarên mêşên hengiv şewitîn û mêş telef bûn
13:59 ‘Hemû tundiyên li dijî zarokan divê mîna sûc bên dîtin’
13:35 Arastekirina fihûşê ya penaberan ji Soylu pirsî
13:24 4 welatiyên li Gogsiyê binçav kiribûn hatin berdan
13:23 Hamzaoglu: Em li heman welatî dijîn, lê ne di heman kêştiyê dene
12:07 ‘Rexneyên Demîrtaş û keysperestî’
11:59 Mexdûrên OHAL’ê behsa îşkenceyê kirin: Ji ceryanê, heta destdirêjiya zayendî îşkence li me kirin
11:38 Li Mînbîcê hûnandina jiyana bihevre didome
10:42 Dozger helbestên Şêrko Bêkes sûc dît û ji bo Serêkaniyê jî got Pirsûs
10:34 Ji Serdozgeriya Komarê gefa lêpirsîna ‘aboriyê’
10:27 Ozer û Berk ên HDP’yî hatin binçavkirin
10:22 Dîrokzan Aydin: Em bi encamên giran ên rejîmê re rû bi rû ne
09:50 Aborîzan Gungen: Çareserî komîna aboriye
09:45 Çemê Dîcle, xweza û dîroka 12 hezar salan tune dibe
09:35 Çayxaneya Şeab xizmeta çi dike?
09:32 ‘Gotin heqê xwe helal bikin û 700 kes ji kar derxistin
09:12 Ji ber ferzkirina sîxûrî û gefxwarinê 19 kesan serî li ÎHD'ê dan
09:11 Kedkara 20 salan a Kadîfekaleyê: Di xewna xwe de li Mêrdînê dijîm
09:10 Tizbiyên Kizwanê rastî eleqeyek zêde tên
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2018'AN
12/08/2018
20:05 Şanoger Yalçinkaya hat oxirkirin
16:00 TJA: Ji bo STO li Telhamût lêkolîn bike, destûr nehat dayîn
15:22 Li Îdlibê teqîn: 32 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn
15:14 Demîr: Pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê ya ewlekariya can heye
14:48 Cenazeyê jinekê di Çemê Dîcle de hat dîtin
14:12 4 kes li Serêkaniyê hatin binçavkirin
13:43 4 partiyên Başûr encamên hilbijartinê red kirin
13:13 10 rojin ceyranê nadin 10 gundan: Çandinî bê av man, cotkar perîşan bûne
12:15 Bavê 8 salan îstîsmarê 4 zarokên xwe kir, gef li dayîkê xwar ku giliya xwe paşve bikêşe
10:33 Komeleya Çerkesan li Minbicê vedibe
10:16 NY: Bedelê şerê Sûriyeyê 388 mîlyar dolare
09:18 Hevserokê DBP Çukurova hat binçavkirin
09:18 Muzeya biçûk a çand û dîroka Mezopatamya: Vanya
09:16 Bi şev ji Girê Gowijan Silêmaniyê temaşe bikin
09:15 Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Altûn di 15'ê Tebaxê de ye
09:14 Her ku dolar zêde dibe, esnaf perîşan dibe
09:12 'Di navbera îstismar û şidetê de têkiliya otorîte û hêzê heye'
09:10 Rêxistinên jinan: Mafên ku me bi dest xistin di talûkeyê de ne
09:03 Kûbîlay: Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavayê wî qet wisan nabêje
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2018'AN
08:35 Hevserokê DBP'ê yê Çukurova hat binçavkirin
11/08/2018
21:14 Ciwanan ji Amedê bang kir: Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin
20:26 Şanoger Yalçinkaya çû ser dilovaniya xwe
19:41 Hîn jî dest bi tedawîkirina girtiyê nexweş Koçer nehatiye kirin
16:47 Li Bursayê daristan dişewite
16:39 Guneş: Divê pergala perwerdehiyê azad, laîk û hemdem be
15:53 HDP’ê rewşa girtiyê nexweş ê nayê derman kirin ji Wezîr Gul pirsî
15:35 ‘Nexweşê pençeşêrê Sûbaşi berdin’
15:34 Xizmên Windayan li Îzmîrê li aqûbeta Tîmurtaş pirsî
14:32 Dayîkên Şemiyê: Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin?
14:18 Hevserokê HDP’a Amedê Çamçi: Em ê li dijî revandinê serî netewînin
12:56 Amadekariyên şahiya ciwanan bi dawî bûn
12:14 Jina ku rastî tundiya hevjînê xwe hat bi giranî birîndar bû
12:11 Di depoyek xurdeyan de teqîn rû da: 4 karker birîndar bûn
10:42 Zêdebûna diwîz li sektora înşaetê xist
10:15 Li Êlihê xizmên windayan dê guh nedin qedexeyê
09:36 Li Idlibê ‘Destê kê di berîka kê de ye?’
09:15 Li Serê Kaniyê tiliya xebatkarên şaredariyê jî di bazara fuhûşê de heye
09:13 'Dewlet zarokan ji polîtîkayên xwe re dike alet'
09:12 'Feraseta tu yê hem bixebitî û hem li malê binêrî qebûl nakim'
09:11 Baxçeyê wî wekî muzeyê ye
09:10 Bêyî ku hayê gel jê hebe qeyûm navê taxê guherand
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2018'AN
10/08/2018
18:39 Dêmariya xwe kuşt
18:34 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
18:00 Nûçegihana me Demîr hat berdan
16:39 Dolar xwe li ber axaftina Albayrak negirt: Derket 6.80 TL'yî
15:53 ‘Kiryarên Tahîr Elçî bibînin û ceza bikin’
14:28 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
14:15 Li Taxa Reşayê Sebrî ya 20 rojin dibin dorpêçê de 4 kes hatin binçavkirin
13:54 Nûçegihana me Demîr sewqî dadgehê kirin
12:54 Bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê: Em ê têkoşîna edaletê bidomînin
11:46 Rejîma Sûriyeyê li Idlibê belavok belav kir: Teslîm bibin
11:36 Li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber ji bo qutiyek şîr neçarî fuhûşê dikin
10:25 Beqlewe û qedayîf tev li hev kir û ‘kadlava’ çêkir
10:16 Uca: Wêneyê Cizîr û Şengalê bi heman qelemê hatibûn xêzkirin
09:55 Tanrikûlû: AYM bû hevkarê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan
09:54 Ji ber ku hejmara nîzamî ya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:53 Gokkan: Rejîm guherî, zimanê zayendîparêz zêde bû
09:52 Krîza aborî li sektora dermanan jî xist
09:50 Dolar 6.20 TL û Euro 7 TL’yî derbas kir
09:17 Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê: Bi Qenal Stenbolê re xweza dewrî sermayeyê tê kirin
09:16 Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin
09:15 Antmenê CHP’î: Santralê Termîk û fabrîkayên çîmentoyê xwezayê gemartir dikin
09:14 Di kelegerma havînê de keda wan tê xwarin
09:13 Esnafên jin: Krîza aborî zirarê dide me
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2018'AN
09/08/2018
23:59 Nûriye Gulmen û Mehmet Dersûlû hatin berdan
21:07 Dowîz serî berdaye: Dolar 5.56, eûro 6.43 lîre
21:00 Li Hatayê 7 kes hatin girtin
19:56 Rojnamevan Ergul nehat berdan
18:51 Malbatên Robsokiyê: Ji ber 34 xizmên me kurd bûn kiryarên wan nayên darizandin?
16:54 Tê payîn ku dê nûçegihana me Demîr sibê sewqî dadgehê bikin
16:52 Li Îzmîrê sîxûrî li ciwanên HDP’ê tê ferzkirin
16:33 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re carek din hat redkirin
16:13 Hat xwestin, girtina rojnameger Ergul bidome
15:58 Dag: Li dijî binçavkirin û revandinê bersiva me rêxistinbûyîne
15:33 Êrîş li dijî baregeha leşkerî pêk hat: 6 leşker birîndar bûn
15:31 Ji HDP’ê rapora Geverê: Bêyî delîl bên reşkirin bila Meclîs komîsyonê ava bike