ÊLIH - Îdîanameya derberê 13 kesên xwestin hilweşandina gorîstina aîdê PKK’iyan asteng bi dikin de, temam bû. Di îdîanamê de, pirtûka helbestan a Şêrko Bêkes weke sûc hat dîtin û bûyera 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin jî weke Pirsûsê hat nîşandan.
Leşkeran gorîstana “Şehîdgeha Mawa” ya aîdên PKK’iyan a Çiyayê Mawa ya sêguşeya Êlih, Mêrdîn û Sêrtê, di 22’ê Cotmeha 2015’an de bi makîneyan kar hilweşandin. Di dema hilweşandinê de pevçûn dinavbera HPG’iyan û leşkeran de derket. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Muhdî Oztuzun ên Êlih û navçeyên wê bi armanca pevçûnê asteng bikin çûbûn herêmê û 13 kes hatibûn binçavkirin. 13 kesên 2 rojan dibin çavan de man, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgeha Edliya Sêrtê hatibûn kirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê piştî 3 salan bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê Abdullah Ekîncî, Ahmet Oduncu, Bahrî Yildirim, Dîcle Gunduz, Edîp Aslan, Hasan Okçû, Îsmaîl Ozel, Nûrten Batûr, Mahmût Abî, Sabrî Taş, Suleyman Tuncer, Ûgûr Yîgîttekîn û Mûhdî Oztuzun de îdîaname amade kir. Di îdîanameya 15 rûpelî de, cih ji bo avakirin û armancên PKK û KCK’ê, parvekirinên medya civakî û meteryalên li cihê bûyerê hatin dîtin, hat dayîn û bûyera 2 polîsên li navçeya Serêkaniya Riha yên di 20.07.2015’an hatin kuştin û ev bûyer bû sedema ku hikûmet pêvajoya çareseriyê biqedîne, weke Pirsûsê hat nîşan dan.
PIRTÛKA HELBESTAN A ŞÊRKO BÊKES SÛC HAT DÎTIN
Di heman demê de di îdîanameyê de pirtûka helbestan a Şêrko Bêkes weke sûc hat dîtin û Rojnaemya Aydinlik, Posteya Dîrîlîş û neçeyên ANF’ê yên derbarê hilweşandina goristina de hatin serwîskirin jî weke delîl hatin nîşand.
Îdîanameya dozger ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn ve hat qebûlkirin û yekemîn danişîna dozê jî dê di 10’ê Nîsana 2019’an de bê dîtin.
MA / Metîn Yoksu