STENBOL – 700 karkerên şantiyeya xeta metro ya Atakoy-Îkîtellîyê ji aliyê Bayburt Groupê ve ji kar hatin derxistin. Karkerên ku heqdesta wan nehat dayîn sekna xwe ya li ber şantiyeyê dê didomînin.
700 karkerên di navbera rawestgeha xeta metro ya Yenîbosna û Çebançeşmeya Atakoy-Îkîtellî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) dixebitîn roja 9’ê Tebaxê bê ku hincet bê diyarkirin ji kar hatin derxisti. Kerkerên firmaya Bayburt Groupê, di seeta destpêka kar de farmen navê wan dixwîne û diyar dike ku ji kar hatine derxistin. Karkerên ku hê heqdestên xwe negirtine li ber deriyê înşaata şantiyeya Çobançeşmeyê radiwestin.
Karkeran qala pêvajoya ji kar hatin derxistin kirin. Emre Ozdemirê yê ji Bedlîsê hatiye kar diyar kir ku 25 roj e dixebite û wiha got: “Rojek em çun ku dest bi kar bikin bê ku hincetek diyar bikin formen navê me xwend û got hun naxebitin. Piştî ku me ji kar derxistin jî peymaneke ku em li du mafê xwe negerin derxistin pêşberê me. Me wî peymanê îmze nekir.”
‘HETA EM MAFÊ XWE BIDEST NEXIN EM NAÇIN'
Ozdemîr aşkera kir ku bi piraniya karkeran destheqa xwe negirtine û got: "Perê pir kesan tine ku evegerin mal xwe. Şantiye dixwaze bê ku heqê karkeran bide wan bişîne. Di şantiyê de erkdar nînin ku bi wan re rûnin û doza mafê xwe ji wan bikin. Bê navber me mijul dikin. 700 kerker hatin derxistin. Tenê ji mere gotin ku ‘heqê xwe helal bikin’. Piştî vê me muxatap nedî ku doza mafê xwe jê bikî. Em mexdurin. Ne cih heye ku em biçin û ne jî perê me heye. Em li vir di şantiya xwe de radiwestin. Heta ku em heqê xwe nestînin em naçin tu cihek jî. Heta em perê xwe bistînin emê li ber xwe bidin.” Ozdemir got sedemê derxistina wan krîza li Tirkiyê ye û tu dibêjî qey wan karkeran krîz derxistiye.
‘GOTIN HEQÊ XWE HELAL BIKIN'
Bîlal Kaymak ê ji Amedê yê di Bayburt Groupê de operatoriyê dike jî anî ziman ku wî roja 19’ê Hazîranê dest bi kar kir û wiha got: "Me di xwaringehê de civandin. Navê hin kesan xwendin û gotin ew dê li vir bimînin. Ên din jî bila heqê xwe helal bikin. Bi vî haletê me ji kar derxistin. Destheq nedan. Sîgorte heman rojê hat betalkirin. Roja destpêkê kaxidek dirêj kirin. Ji me xwestin ku em îmze bavêjin. Me îmze nekir. Di kaxidê de dibêje ku min hemû heqê xwe girtiye. Ez doza tazmînatê venakim.”
‘NEÇAR MAM Û BILÊTA BALAFIRÊ BETAL KIR’
Kaymak da zanîn ku bordroya muçeyan roja şemiyê hat û gotinên xwe wiha domand: "Di bordroyê de perê min ê 39 rojan hebûn. Tê gotin ku ev pere dê bê razan. Lê perê min ê 4 rojan yê îznê narazînin. Dixwazim riyeke çareseriyê nîşan bidin. Kesê bi van re mijulbe li holê nîn e.” Kaymak bi van gotinan maxduryeta xwe nîşanda: “Berya ku ez ji kar bêm derxistin min ji bo roja 19’ê Tebaxê bi 351 TL. bilêta balafirê birî. Bo ku ji kar derxistin min dema wî kişand pêş û kir 11’ê mehê. Heta 11’ê mehê jî kes bi mere mijûl nebû. Perê me nedan. Em ji neçariyê li vir man. Min bilêtê dîsa paşta da. Bilêta 351 TL. bû 500 TL. Ezê biçûma welatê xwe ji bo cejnê û ezê batama. Na ku çareseriyek nebe ez jî neçarim ku werim û li ber şantiyê rawestim.”
‘FATURA KIRÎZÊ LI ME DIBIRIN’
Serokê Giştiyê Sendîkaya Înşaat û Yapi Îşê (ÎYÎ-SEN) Alî Oztutan destnîşan kir ku roja karker ji kar hatine derxistin û şûn ve ew li gel karkeran rawestiyane û mijarê wiha aşkera kir: "Rayedarên fîrmayê ji bo xwe ji yasayan biparêzin di destpêkê de zexelî kirin. xwestin karkeran bixapînin û kaxidê ku tê de karkeran hemû mafê xwe sendine dinivîse bi wan bidin îmzekirin. Me wek sendika da zanîn ku bila hevalên me yên karker vê kaxidê îmze nekin û kes îmze nekir. Bayburt Group xwest karker bê ku heqê xwe bistînin belav bin. Lê hevalên me yên karker vê jî qebûl nekirin. Pirtir karkerên ku hê du mehên wan neqediyane ji kar hatine derxistin. Armanca wan ev e ku tazminata îxbarê nestînin. Di rojên dawî de gelek karkerên şantiyeyan bi van haletan ji kar tên derxistin. Di vir de jî sedemê derxistina ji kar nehatiye diyarkirin. Lê sedem krîza aboriyê ye. Krîzê karkeran dernexist. Lê fature li karkeran tê birîn.”
MA / Bîlal Seçkîn