ÎZMÎR – Di nav mehekê de 19 kes serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê dan û diyar kirin ku ji qereqolê bang kirine wan bo ku bibin ajan jî gef li wan xwarine, şantaj û zexta derûnî li wan kirine.
Di nava mehek de 19 kasan serî li Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîr dan. Di serlêdanê de diyar kirin ku hin kesên xwe wek endamê qereqola polîsan pênase dikin bangê wan dikin, gef li wan dixwin, zexta derûnî li wan dikin û ji wan dixwazin ku bibin sîxûr. Her 19 kesên serdan kirine jî bi taybet binê vê gotinê xêz dikin ku kesên gef li wan dixun endamên qereqolêne. Tê destnîşankirin ku ji ber hincetên cûr bi cûr peywirdarên sivîl bang dikin gelek welatiyan û di qereqolê de ji bo bibin sîxûr gef li welatiyan tê xwarin. Ji ber naye qebûlkirin jî ev gefxwarin hêj paşê jî didome. Serhat Koçer û Furkan Temellî yê ku di nav van 19 kesan de cih digirin aşkera kirin ku polîs ji qereqola Bucayê ya polîsan geriyane û gef li wan xwarine.
KOÇER: QEREQOLA POLÎSAN YA BUCAYÊ BANG KIR
Serhat Koçerê (22) ku di nav kesên serlêdana ÎHD’ê kir de got: “Roja 21’ê Tîrmehê ji Qereqola Bucayê li min geriyan. Ez çum qereqolê. Di qereqolê de min hişyor kirin. Gotin ku tu bi mirovê şaş re digerî. Têkiliya xwe ya bi wan re qut bike. Ji bo vê gef lim hat xwarin û ez bi zextên pîskolojîk re rû bir û mam. Her çend min da zanîn ku ez û ew bi hev re li taxek dijîn, têkiliya min û wan têkiliya hevaltiyê ye jî dev ji min bernedan û piştî ez derketim carek din li min geriyan.”
‘EM DIXWAZIN NE FERMÎ BI TE RE HEVDÎTIN BIKIN'
Koç da zanîn ku rojek piştî hevdîtina li qereqolê polîs carek din bi telefonê li wî geriyan û wiha got: “Ev car em dixwazin ne fermî bi tere hevdîtin bikin. Min ji wan xwest ku bêjin hevdîtin li ser çiye. Lê negotin. Xwestin li derve em hev bibînin. Polîsê li ser telefonê xwes ku ez vî bi malbata xwe re jî nebêjim. Ji xwe dema got ku ji kesî re nebêje ez ketim nav fikaran. Ji ber tiştek dê bê serê min ez neçûm. Ew geriyan min bersiv neda. Ev car bi peyaman gotin ku tu çima bersiv nadî. Min dîsa bersiv neda. Dotira rojê carek din geriyan min dîsa bersiv neda. 3-4 roj li ser hev wisa dom kir. Lê min qe bersiva telefon û peyaman neda. 4-5 roje nagerin. Her tim heman numare li min digere. Endameke malbatê jî ew roj ji min re got ku hin kesên nenas mala me dişopînin. Ji ber vê em malbata Koçer bi fikar in.”
TEMELLÎ: DI TELEFONÊ DE BI NAVÊN CUDA XWE DA NASÎN
Furkan Temellî yê 19 salî jî got: “Roja 17’yê Tîrmehê kesek li min geriya. Diyar kiriye ku ew ji Qereqola Bucayê lê digere. Berê navê xwe negot. Hê paşê xwe bi navên cuda yê “Erkan” û “Serkan” da nasîn. Xwest ku bi wîre hevdîtina taybet bikim. Piştî ku men nexwest ez biçim ji min re got ku apê te li çiyê ye. Min got na apeke min di girtîgehê de ye û yek jî mamosteye. Dev ji min berneda û xwest roja şemiyê pêre hevdîtin bikin. min nexwest û axaftina telefonê hat birîn.”
‘KU NAXWAZÎ TIŞTEK BÊ SERÊ TE ALÎKARÎ BIKE’
Temellî destnîşan kir ku piştî telefona destpêkê jî li wî geriyan û wiha pêde çû: “Bê navber li min geriyan. Min bersiv neda. Peyam şandin û gotin: ‘Em naxwazin ji bo kareke sivik bi ser malê de, an bi ser cihê kar de bigrin. Wek ‘makulan’ bersiv bide. Em zanin tu firna nan de dixebitî. Tu li Manîsayê nan belav dikî. Çima ewqa karê giran dikî. Pere lazime, were em bidin.’ Dema vana dibêjin di navberê de jî dikenin. Dema min ji wan re diyar kir ku ezê wekaleta xwe bidim parêzer û bila parêzerê min re hevdîtin bikin, rasterast gef li min xwarin. Gotin ku min li cihek bidestxin dê bi zimaneke din bi min re biaxivin û wiha pêde çûn: ‘Em ji te hez dikin. Ligel polîsan em te dişopînin. Em naxwazin tiştek bê serê te. Tu alîkariyê bide me ku em jî bidin te.’ Li gel van gefan jî min hevdîtinê red kir û şûn ve diyar kirin ku hew dê wî nerhet bikin. Piştî min got ku wisabe baş e, yê di telefonê de careke din bi devoka gefê got ku ezê ciheke ‘cihê’ bitere hevdîtinê bikim û telefonê girt.”
Temellî diyar kir ku bi van telefonan ew û malbata wî ketine nav fikaran û ew ê dev ji rewşê bernede, heta dawiyê li ser mafên xwe bişopîne û ji ber vê yekê çûye serî li ÎHD’ê daye.
MA / Ayşe Surme – Nîmet Olmez