SILÊMANÎ – Tizbeyên Kizwanê yên li Bazara Tizbiyan a dora Mizgefta Gewre ya Silêmaniyê li ser dezgehan tên firotin rastî eleqeyek mezin tên. Welatiyên ku bi xwe diçin kizwanan ji herêmên Qendîl, Pênciwîn, Hawraman, Ranya û Qeredaqê kom dikin, bi ked û hunerek mezin hebê kizwane darve dikin û li vir difiroşin.
Li Bazara Silêmaniye yek ji berhem û hunera balê dikişine ser xwe û rastî eleqeyek mezin tê Tizbiyên Kizwanê ne. Bi dehan welatî li Bazara Silêmaniyê li dora Mizgefta Gewre li Bazara Tizbiyan dezgehê xwe danîne û hem tizbiyên kizwanê çê dikin û hem jî tizbiyên bi kedek mezin û sebrek zêde bi ta vedikin, li vir difiroşin. Welatî di demsala payizê de diçin kizwanan kom dikin û dest bi kar dikin. Heb bi hem kun/qul dikin û hinekan di nava rûn de sor dikin, hinekan jî bi rêbazên cuda dineqînin û darve dikin. Welati diçin kizwanê ji çiyayên Qendîl, Pêniwîn, Hawraman, Ranya û Qeredaqê kom dikin û bi kedek mezin, hunerek xweşik û kedek zêde tizbiyan bi ta vedikin û li vir difiroşin.
RASTÎ ELEQEYEK MEZIN TÊN
Yek ji ostayê tizbiyên Kizwanê Omer Muhammed Kerîm ê 63 salî bi salan e li pêş Mizgefta Gewre dezgehê xwe yê Tizbiyên Kizwanê ava kiriye û li vir hem tizbiyan çêdike û hem jî tizbiyan difiroşe. Kerîm, diyar kir ku rojê nêzî 10 tizbiyan çêdike û tizbiyên kizwanê rastî eleqeyek mezin tên. Kerîm, anî ziman ku di demsala payizê de diçin li çiyayên Kurdistanê yên wekî Qendîl, Pênciwîn, Hamrawan û Ranya kizwanan kom dikin û bi ked û hinunera xwe van tizbiyan çêdikin û difiroşin. Kerîm, bibirxist ku çiyayê Kurdistanê ji aliyê darên kizwanê de dewlemend in û têra xwe dikarin kizwanan kom bikin. Kerîm, anî ziman hunera tizbiyên kizwanê kedek mezin û sebrek zêde dixwaze.
Kerim, destnîşan kir ku ji gelek bajarên Kurdistane mirov tên li vir tizbiyên kizwanê dikirin û ji aliyê gele Silêmaniyê ve rastî eleqeyek mezin tê. Kerîm, der barê nirxên van tizbiyan de jî agahî dan û wiha got: “Ji ber ev tizbî bi kedek mezin tên çêkirin qîmeta wê jî zêde ye. Tizbî bi piranî 101 hebin. Zêdetir jî hene. Yên 202 heb jî hene. Buhayê wan ji 50 hezar dînarî heta Milyonek dinar tê guhertin.”
MA / Mehmet Alî Ertaş