* Tizbeyên Kizwanê yên li Bazara Tizbiyan a dora Mizgefta Gewre ya Silêmaniyê li ser dezgehan tên firotin rastî eleqeyek mezin tên. Welatiyên ku bi xwe diçin kizwanan ji herêmên Qendîl, Pênciwîn, Hawraman, Ranya û Qeredaqê kom dikin, bi ked û hunerek mezin hebê kizwane darve dikin û li vir difiroşin.
* Xezal Gokalp a 20 sale li Kadîfekaleyê dijî û li cihê dijî tevna çanda Mêrdînê ya çêkirina secade, xurcik, çente, merş û merşikan çê dike pirtir welatê xwe bibîr tîne. Gokalp: “Ez 19 salî ji welatê xwe derketin. Niha di xewnên xwe de xwe di Mêrdînê de dibînim.”
* Di nav mehek de 19 kes serî li ÎHD’ya Şaxa Îzmîrê dan û diyar kirin ku ji qereqolê bang kirine wan bo ku bibin ajan jî gef li wan xwarine, şantaj û zexta pîskolojîk li wan kirine.
* 700 karkerên şantiyeya xeta metro ya Atakoy-Îkîtellîyê ji aliyê Bayburt Groupê ve ji kar hatin derxistin. Karkerên ku heqdesta wan nehat dayîn sekna xwe ya li ber şantiyeyê didomînin.
* Heke Bendava Ilisuyê temam be ji Şirnexê heta Amedê, bajarê dîroka kevnar Heskîf jî di nav de bi giştî 120 gund di bin avê de difetise. Ew dîtbariya gewre ya Çemê Dîcle li pişt dîwarê bendavê hepis dibe û nikare wek berê nazenîn biherike.
* Destpêkê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) û dûre DAIŞ'ê bajarê Mînbîçê dagirkirin. Meclîsa Leşkerî ya Mînbîç, di rizgarkirina hemleya Minbiçê de, di 15'ê Tebaxa 2016'an de Minbîç xist bin kontrolê. Di ser rizgarkirina Minbîçê re 2 sal derbas bûn û ji bo pîrozbahiyên salvegera rizgarkirina bajêr amedekarî tên kirin.
* Çayxaneya Şeab (gel) ku piştî salên 1950’ê kirin cihê helbestkar, rewşenbir, siyasetmedaran û li vir helbest û pirtûk dihatin xwendin îro her çend wekî pêşengeha siyasetmedar û helbestkarên navdar ên jiyana xwe ji dest dane xuya bike jî, dengê kevirên lîstika domino, okey û tawla balê dikişîne ser xwe.
* Şaxa SES'ê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê û Yekitiya Asîstanan a Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcle, ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Dr. Ahmet Azîzoglu yê li Zanîngeha Dîcle ku berî du rojan ji aliyê xizmên nexweşekê ve hat derpkirin, dê li ber Servîsa Lezgîn a Zanîngeha Dîcl daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.15)