AMED – Şanogerê kurd û mamosteyê şanogeran Mehmet Emîn Yalçinkaya yê ji ber nexweşîna pankreasê çû ser dilovaniya xwe li Amedê ji aliyê şanohez, şanoger, hunermend, nivîskar, siyasetmedaran ve hat oxirkirin.
Şanogerê kurd û xebatkarê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya (50) yê duh li nexweşxaneyek Îzmîrê ji ber nexweşîna pankreasê jiyana xwe ji dest da li Amedê ji aliyê hezaran kes ve hat oxirkirin. Ji bo Yalçinkaya ewil li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê ya li Kargeha Galeriya ku gelek caran Yalçinkaya lîstik lê dabû pêşandan, merasim hat lidarxistin. Bi sedan şanohez, hunermend, şanoger, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar, xebatkarên Navendên Çanda Mezopotamya (NÇM) yên li bajarê heremê û metropolên Tirkiyeyê û welatî tev li merasîmê bûn.
CARA DAWÎ DERKET SER DIKÊ
Hemû kesan wêneyê Yalçinkaya bi ber dilê xwe ve danîn. Darbesta Yalçinkaya li ser dika şanoyê bicih kirin û wêneyên danîn ser maseyê û findan pêxistin. Di kêliya merasîmê de malbata Yalçinkaya û hevrêyên wî lorandin û kêliyên xemgîn xwe dan nîşandan.
‘WÊ MAMOSTE HER TIM LI SER VÊ DIKÊ BE’
Di merasîmê de ewil hevala Yalçinkaya ya xebatê û Berpirsa Şanoya Bajêr a Amedê Şanoger Berfîn Emektar axivî. Emektar diyar kir ku mamosteyê wan Emîn berî her tiştî mirovek gellekî baş bû û got: “Di şanoya kurdî de keda wî gellek gellek zêde ye. Temaşevanên me bi keda wî mezin bûn. Wî bi hezaran şanoger perwerde kir û li ser bi hezaran dikan leyîst. Ji bo şano, çand û hunera kurd navê wî tu caran nayê jibîrkirin. Em ê jî wî her dem bi bîr bînin. Ew ê her tim li ser vê dikê be û him jî di dilê me de bijî.”
MIZRAKLI: KEN, ÇAV Û DILÊ WÊ WÊREK BÛ MÎRASEK MEZINE
Piştî Emektar, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçuk Mizrakli yê ku hevaltiyê bi Yalçinkaya re kir axivî û wiha got: “Gotin ‘Huner lêgerîna heqîqetê ye û derketin rê.’ Kedek mezin a salan berhev kirin. Yên ku me mehkûmî van cihên teng û biçûk kirin, carek din em wan şermezar dikin. Mehmet Emîn û hevalên xwe vê yekê heq nekiribûn. Vî gelî vê yekê heq nekiriye. Ji bo azadiya hunerê dixebitîn. Wan bi hişmendiya ku civakan azad bikin tevdigeriyan. Mîrasek mezin ji bo me hişt û çû. Wan çavên bi ken û qet neditirsiyan û ew dilî wî yê wêrek ji bo me mîrasek gellek mezin e. Niha ji bo me cara dawî derket ser dike. Bo me mirin çawa dibe nemir da pêşandan. Mamoste Emîn di temenê xwe yê biçûk de tev li karwanê bê mirinan bû. Li vir em hemû soz didin, em ê di van dikên biçûk de ne tengijîn û em ê bi sedhezaran bînin ba hev. Em ê meşa ber bi dikên azad ve dewam bikin. Wê lêgerîna me ya heqîqetê jî dewam bike. Bila her 11’ê tebaxa her salê bibe roja pêşandana şanoyên ji bo bîranîna Mehmet Emîn. Cihê wî nûr û bihûşta baqî be.”
Di kêliya axaftinan de giriyê xizm û şanohezan jî balê kişand ser xwe.
BI HEZARAN KES ŞANOGERÊ XWE OXIR KIR
Piştî merasîma li vir darbestê hildan ser milan û birin ambulansê. Cenaze bi ambulansê birin Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê û cenaze li vir ji aliyê bi hezaran kes ve hat definkirin. Di merasîma definkirinê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Selçuk Mizrakli, Musa Farisogullari, rêveberên HDP, DBP, KCD, aktîvîstên TJA, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi hezaran kes tev li bû. Wêneyê Yalçinkaya li ser gorê hat hildan. Balkêş bû ku di merasîmê de xemgînî serdest bû.
GOR HEMBÊZ KIRIN
Piştî definkirinê gul, qurnafil û çîçek danîn ser gora Yalçinkaya û terqîn hat xwendin. Merasîma definkirinê bi xwendina dia û fatîahayan bi dawî bû.
Di dawiya merasîmê de xizmên Yalçinkaya li ser gorê lorandin û gorê hembêz kirin.
Serdanên sersaxiyê dê li Mala şînê Şaklat a li taxa Huzurevleri ya navçeya Peyasa Amedê bên qebûlkirin.