AMED - Serokê DTO Mehmet Şerîf Demîr ê çû serdana Dr. Ahmet Azîzoglu yê di beşa lezgîn de rastî êrîşa xizmên nexweşekê hat, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ewlekariya canê wane.
Rêveberên Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) û Şaxa SES’ê ya Amedê, çûn serdanan Dr. Ahmet Azîzoglu yê duh bişev di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle (DU) de rastî êrîşa xizmên nexweşekê hat. Kedkarên tenduristiyê yên Azîzoglu ziyaret kirin, dûre daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê kedkarên tenduristiyê Serokê DTO Mehmet Şerîf Demîr axivî û diyar kir ku her roja derbas dibe tundî zêdetir dibe.
‘EM QEBÛL NAKIN’
Demîr, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a kedkarên tenduristiyê ewlekariya canê wane û wiha got: “Rayedar ji b ovan pirsgirêkan çareser bikin tiştekê nakin. Êdî bese! Hevalên me fedekariyek mezin dikin, lê bi lêdanê bersivê didin vê fedekariya hevalên me. Em bişîk û xebatkarên tenduristiyê, dema hewl didin mirovan bibin jiyîn, naxwazin ji jiyana xwe bidin. Em dixwazin di şert û mercên bi ewlede bixebitin. Di serî de em bang li Wezareta Tenduristiyê dikin, divê bi awayekê lezgîn tedbîran bigirin.”
3 ÊRÎŞKAR HATIN BERDAN
Hat diyar kirin ku ji bo Azîzoglu rapora nikare 10 rojan bixebite hat dayîn. Hat zanîn ku li ser giliyê Azîzoglu 4 êrîşkar hatin binçavkirin û ew birin Midûryeta Polîsan a Amedê. Ji 4 kesên îfadeyên wan hatin girtin 3 jê hatin berdan û kesê din jî dê sibe sewqî edliyê bê kirin.