ŞIRNEX - Cenazeyê jina 45 salî Asya Kolanç di Çemê Dîcle ya Cizîrê de hat dîtin.
Cenazeyê jina 45 salî Asya Kolanç a li gundê Kurtuluş a navçeya Cizira Şirnexê dijiya, di Çemê Dîcle de hat dîtin. Li peravên Çem telefon û çantayê Kolanç hatin dîtin. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku Kolanç ji honik bibe dikeve avê û carek din ji avê dernakeve.
Malbatê cenazeyê Kolanç girt û li goristina Cizîrê defin kirin. Hat zanîn ku Kolanç dayîka 2 zarokane û hevjînê wê Azîz Kolanç, bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hatiye birîn û 24 salin di girtîgehê deye. Azîz Kolanç niha li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ye.