NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî, eşkere kir ku di şerê bênavber ê 7 salên Sûriyeyê de, 400 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 mîlyon kes koçber bûn û nêzî 388 mîlyar dolar zirara aborî li Sûriyeyê bûye.
Komîsyona Civakî û Aborî ya Asya Rojava (ESCWA) a Neteweyên Yekbûyî (NY), da xuyakirin ku di şerê 7 salan ên Sûriyeyê de, bi 388 milyar dolarî zerara aborî li Sûriyeyê bûye. NY, ragihand ku di şerê 7 salan de li Sûriyeyê 400 hezar kes mirin, 5 milyon kes koçber bûn û bi 388 milyar dolarî zerara aborî li Sûriyeyê bûye.
NY, da zanîn ku zirara li rê, binesazî, avahî û saziyên din bûn, 120 milyar dolar e û got: “Li gorî daneyên komîsyonê, ji ber kêmbûna hilberînê, 268 milyar dolar xisar li Hatineya Navxweyî ya Sûriyeyê bûye.”
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê li Sûriyeyê heta niha 400 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, nîvê nifûsa Sûriyeyê ku 22 milyone, neçar mane malên xwe terk bikin û herî kêm 5 milyon Sûriyeyî jî neçar mane koçî welatên din ên cuda bikin.