SILÊMANÎ - Li Bajarê Silêmanî dikana Vanya Antîque, hemû berhem û bermahiyên, çand û dîroka Mezopotamya û Rojhilata Navîn di hundirê xwe de diparêze û belav dike. Xwediyê dikana berhemên çandî Shwan M.Zewar, 18 salin hemû berhem û bermahiyên dîrokî û çandî yên Med, Fars, Mezopotamya û Kurdistanê diparêze.
Bajarê Silêmaniyê ku bi çand û jiyana xwe ya kurdewarî tê nasîn, li hemû kolan û dikanan bêhn û dîmenên çanda Kurdistan û Rojhilata Navîn derdikevin pêş. Bi taybetî dema mirov li Bazara gel ku yek ji navenda bazarên Silêmaniyê ye digere, hemû reng û rûyê jiyana gelê Silamiyê li vir dibine. Hem rengê jiyana çandî, hem rengê jiyana civakî û hem jî rengê çavkaniya debara mirovan li vir xwe dide der. Dema mirov li vê kolana navendî digere, weke beriya cejnê rastî girseya mezin a mirovan tê. Hin ji wan berhemên ku li gundan kom kirine li vê bazarê difiroşin. Hin ji wan berhemên ku bi keda destan hilberîne li vir difiroşin, hin ji wan jî alav û amûrên pêdiviyên jiyanê difiroşin. Hem bazirganiyê dikin û hem jî çanda xwe weke pêşengehekê li pêş çavan radixin. Dema mirov li vê bazarê digere dikana berhemên dîrokî û çandî çavan dikişine ser xwe. Dikana berhemên dîrokî û çandî bi navê xwe û berhemê xwe balê dikişine ser xwe. Xwediyê dikanê navê Vanya Antîque lê kiriye. Dikana berhemên dîrokî Vanya Antîque dişibe muzeya biçûk a çandê. Dema mirov derbasî hundirê dikanê dibe li gel ku dikan cihekî pir biçûk e jî wekî hemû çanda Mezopotamya, Kurdistan û Rojhilata Navîn li pêş çavên mirov hatibe pêşandan. Weke derbasî pêşengeha çanda rojhilata Navîn bibe.
Xwediyê dikanê Shwan M. Zewar, der barê çîrok û armanca vekirina vê dikanê de axivî û diyar kir ku ev kargerî di sala 1992'yan de Qirtasiye bû, piştî sala 2000'an ev kargerî kir cihê berhemên kultirî û dîrokî. Zewar, da zanîn ku ewil weke çavkaniyekê debarê ava kir û wiha got: “Dema ez li welatê Sûriye, Tirkiye, Kore, Taylan, Îrani Çîn û hin welalatên Rojhilata Navîn geriyam, min dît ku li wan welatan hin dikanên wisa hene ku, nivşên nû yên welatên xwe û geştiyar bi van berhemên kultirî welatê xwe didin naskirin. Min jî li Kurdistan xwest berhemêm kultirî yên Kurdistan û neteweyên ku li Mezopotamya bi hevre jiyane li vê dikanê bidim nasandin.”
BERHEMÊN MEZOPOTAMYA KURDISTAN, MED Û PERSAN DIPARÊZE
Zewar, 18 salin berhemên çandî yên li Rojhilata Navîn, Med, Pers û welatên herêma Mezopotamya li vê dikanê kom dike bi logo û sembolên cuda yên derên cuda didin nasandin li dikana xwe diparêze. Zewar, anî ziman ku wî hemû berhemên li vê dikanê kirine û wiha berdewam kir: “Zêdetir armanca min komkirina berhemên kultirî û berhemên kurdî ne. Dixwazin van berheman bidim naskirin. Welatê min navenda welatên vê herêmê ne. Ger ku turizm hebe kar baş e. Lê niha ji ber qeyrana aborî û tunebûna turîzmê kar xerabe. Hin berhem hene ji bo parastinê ye. Ne ji bo firotinê ye. Hinek jê hene ji bo bazirganî û firotinê ne. Hin berhemên ku em bizanibin dê dîsa bê destê me, em wan difiroşin. Lê berhemên ku em dizanibin nayê destê me, em wan diparêzin. Heya tu wan bidin saziyên neteweyî ji bo wan biparêzin. Lê erka hikûmetê ewe ku van berheman biparêzin. Hinek hene taybat in em wan tînin û nafiroşin. Bi hatina împaratorên Osmanî, Sefawî û Îslamê re, çand û kultirên me ketine nava hev. Her berhemek ku li vê dikanê bi serê xwe çîrokekê wê heye. Mînak min yek ji Sinê aniye. Min yek ji penaberên Kobanê girtiye. Ev berhem weke bîranîn in. Em wan weke diyarî û yadigarî diparêzin. Her yek çîrokek wan heye. Mînak yek heye, kulturî Hindiyê Sor in. Ji vê berhemê re "Dirîm Keçer" dibêjin. Li dijî xewnên nexweş bikar tînin. Berhemên navxweyî (cihî) pir daxwazî li ser wan heye. Em jî heta ku bikaribin van berheman kom dikin û tînin. Tiştê ku me nikarî li vir peyda bikin em wan ji Bakur an jî Rojhilat peyda dikin.”
MA / Mehmet Alî Ertaş