SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê yek ji cih û warên seyranê Girê Gowijan e. Di demsala bahar, havîn û payizan de her şev bi sedan welatî hem ji bo seyranê û hem jî ji bo demên xweş derbas bikin, dema xqe li Girê Gowijan derbas dikin.
Yek ji cih û warê seyranê yê herî xweş Girê Gowijan e. Dema mirov bi şev li ser vî girî bajar temaşe dike wekî stêrkên ezman rijiyabin xwar ezman li jêr diçûrise. Di demsalên bahar, havîn û paylizan de her şev bi sedan welatî bi malbatî tevî maşîneyên xwe derdikevin ser Girê Gowijan û bajar temaşe dikin. Ji ber gir pir bilind e, hem hênik e û hem jî lambeyên bajar wekî strêrkên ezman diçirûsin. Ev gir hem cihê seyrangehê ye û hem jî cihê westanê ye. Welatiyên li vir Silêmaniyê temaşe dikin ji temaşekirina bajar têr nabin. Wekî ku strêrkên ezman rijiya bin erê û mirov çûbin ser strêrkan dîmenekî mirovan sermest dike derdikeve holê. Mirovên ku biçin Silêmanî divê teqez bi şev biçin ser Girê Gowijan û Silêmanî temaşe bikin. Ji ber ku Silêmanî bi şev li ser vî girî bê temaşekirin dîmen û bîranînek pir cuda di hiş û hafızaya mirovan de dihêle.
Girê Gowijan, navê xwe ji darên gowîjan digire. Berê pir darên gowijan hebûn. Di dema Osmanî de leşkerên Osmanî agir berdane darên gowîjan û piştre ev dar bûne darên çam.
M/A Mehmet Ali Ertaş