* Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Aboriyê Gunay Kûbîlay, ji bo "Modela Aboriyê ya Nû" ku hikûmetê daxuyand got: "Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavê wî pêgirtiya xwe ya ji bo wê diyar dike."
* Nûnerên rêxistinên jinan destnîşan kirin ku mafên ku jinan bi dest xistine û bi peymanên netewî û navnetewî hatine mîsogerkirin di talûkeyê de n, lê belê ew ê qet dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernedin.
* Perwerdekara Tenduristiya Zayendê Eylem Karakaya, diyar kir ku di pêvajoya dîrokiyî de di navbera îstismara zayendî û şideta li hemberî jinê de têkiliya otorîte û hêzê heye û tişta sereke ya di îstismarê de têkildarî qebûlkirinên civakiyî ye û ev yek ji dîrokê ve heta niha wisa ye.
* Zêdebûna dolar deynê esnafan zêdetir kir. Li Mêrsînê esnafan got: "Herkes ji ber vê diêşe. Eger wisa dewam bike, dê gelek esnaf derabeyên xwe deynin."
* Dê danişîna doza hevşaredara Dersimê ya girtî Nûrhayat Altûn di 15'ê Tebaxê de pêk bê. Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, destnîşan kir ku ew dixwazin dawî li vê girtina neheq bê.
* Li Silêmaniyê yek ji cih û warên seyranê Girê Gowijan e. Di demsala bahar, havîn û payizan de her şev bi sedan welatî hem ji bo seyranê û hem jî ji bo demên xweş derbas bikin, dema xqe li Girê Gowijan derbas dikin.
* Li Bajarê Silêmanî dikana Vanya Antîque, hemû berhem û bermahiyên, çand û dîroka Mezopotamya û Rojhilata Navîn di hundirê xwe de diparêze û belav dike. Xwediyê dikana berhemên çandî Shwan M.Zewar, 18 salin hemû berhem û bermahiyên dîrokî û çandî yên Med, Fars, Mezopotamya û Kurdistanê diparêze.
* Perwerdekarê Şanoya Bajêr ê Amedê û şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya, yê li nexweşxaneya ku lê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma cenazeyê ya li Şanoya Bajêr a Amedê ya Navenda Kar a Galeriya Amedê, dê li Goristina Yenîkoyê bê definkirin. (15.00)