AMED - Ciwanên HDP'î îro li Amed şahiyek li dar xistin û di şahiyê de gotin: "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin."
Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, li Amedê şahiyek li dar xistin. Şahî li Qada Îstasyonê bi dirûşmeya "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin" hat lidraixstin.Beriya bernameyê polîsan hemû riyên li dora qadê bi bariyeran, TOMA û wesayîtên zirxî girtin. Lê li gel hemû astengiyan jî bi sedan welatî tev li şahiyê bûn. Parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Îmam Taşçier, Mûsa Farisogûllari, Selçûk Mizrakli, nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rêveberên DBP û HDP'ê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî tev li şahiyê bûn.
POLÎSAN DENGÊ MUZÎKÊ BILIND KIR
Her wiha li platformê jî pankarta li ser "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin" nivîsandî hat daliqandin û li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz hat girtin. Dema sirûd dihat gotin, polîsan ji bo ku deng bitepisînin dengê muzîkê bilind kirin.
Lê ligel vê jî ciwanan bi dengekî bilind sirûd gotin û piştî sirûdê parlementerên HDP'ê û rêveberên HDP û DBP'î bi hev re çûn ser dikê û silav dan ên li qadê. Paşê Parlementera HDP'ê Semra Guzel ciwan silav kirin û dest bi axaftinê kir.
Guzel, anî ziman ku di têkoşîna azadiyê de hêza herî sereke ciwan in û bal kişand çewisandinên li ser ciwanan û got: "Îktîdar tim ji jin û ciwanan tirsiyane û loma îşkenceyên giran li wan kirine û ew girtine. Lê belê ne ciwan û ne jî jin ev yek qebûl nekirine."
‘BILA DAWÎ LI TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN BÊ'
Guzel, di axaftina xwe da bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan didome. Tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li jin û ciwanan û civakê tê sepandin. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Demidlest divê dawî li vê tecrîdê bê."
Guzel, bilêv kir ku îktîdar tim dixwazin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin, lê belê di vê yekê de bi ser nakevin û got: "Dê îktîdar nikaribin me ji têkoşînê dûr bixin. Herî zêde ciwan ji bo demokrasî û azadiyê têkoşiyane. Her tim jin û ciwan pêşengiya civakê kirine. Loma em dibêjin HDP partiya jin û ciwana ye. Têkoşîna me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Silav li hevrêyên ciwan."
Piştî axaftina Guzel bi dorê Koma Çiya, hunermendên NÇM'ê Bedran Azad û Rûken Yilmaz derketin ser dikê.
Şahî bi govendê bi dawî bû.