AMED - Perwerdekarê Şanoya Bajêr a Amedê û şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin mir.
Perwerdekarê Şanoya Bajêr a Amedê û şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya, li Îzmîrê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû mir. Yalçinkaya, nêzî mehekê bû bi nexweşîna pankresê ketibû û îro danê êvarî mir.
Yalçinkaya, nêzî 25 salan li Amedê şanogerî kir. Dê sibê cenazeyê Yalçinkaya bînin Amedê û dê li Şanoya Bajêr a Amedê bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.
Yalçinkaya di sala 1968'an de çêbû û di sala 1990'î de li Şanoya Bajêr a Dr. Asena ya Şaredariya Amedê bi awayekî profesyonel dest bi şanoyê kir. Yalçinkaya bi şanoger û lîstivanên wekî Veysel Ongoren, Ziya Demîrel, Liciano logna, Celîl Toksoz û Haldûn Dormen re xebitî û her wiha gelek lîstik jî nivîsandin. Hin ji lîstikên ku wî nivîsandine ev in: "Mala Dînan", "Mala Extiyaran" û "Zembîlfiroş".