NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, rewşa girtiyê nexweş Şakir Akkurt ê 25 salin di girtîgehê deye û nayê dermankirin, ji Wezîrê Dadgê Abdulhamît Gul pirsî.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, rewşa girtiyê nexweş Şakir Akkûrt ê di Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tê girtin û dinava salekê de 3 caran sewqî girtîgehên cuda hat kirin, bir Meclîsê. Gunay, têkildarî tenduristiya Akkurt pirsname da Wezareta Dadê Abdûlhatmît Gul.
Gunay, di pirsnameya da de wiha got: “Girtiyê nexweş Şakir Akkurt niha li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dimîne û 25 salane di girtîgehê deye. Malbata wî, derbarê pirsgirêkên tenduristiya wî de ez agahdar kirim. Di girtîgehê de Akkurt bi gelek nexweşiyan dikeve û ji ber nayê derman kirin, êşên wî zêde bûne û nexweşiyên wî giran bûne. Ji ber enfeksiyona çavan, çavên Akkurt bixwîn bûne û nayê derman kirin. Ev jî dibe sedem êşên Akkurt zêdetir bibin. Di sala dawî de Akkurt sewqî girtîgehên Kandira, Bandirma û Akhîsarê tên kirin. Ev teqez nayê qebûl kirin. Ji ber ku ne mimkûne girtiyek dibin van şer û mercandan bê dermankirin.”
Guney di dawiya pirsnamê de, çend pirsên derbarê rewşa Şakir Akkurt de, ji Wezîr Gul pirsîn.