ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û Xizmên Windayan di çalakiya 443’yemîn de li aqûbeta Abdulvahap Tîmurtaş ê 25 sal berê li Silopî hat windakirin û agahî jê nehat girtin pirsî.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Xizmên Windayan di hefteya 443’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li ber Avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê dewam kir. Rêvberên ÎHD, Xizmên Windayan, rêveberên HDP’ê yên Îzmîrê û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiy3e tev li çalakiyê bûn. Xizmên windayan û aktîvîstên mafê mirovan vê hefteyê li aqûbeta Abdulvahap Tîmurtaş ê 25 sal berê li di 13’ê hezîrana 1993’an de li navçeya Silopî ya Şirnexê hat windakirin û agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê ÎHD’ê Caner Canli da.
Canli da zanîn ku li gorî îfadeyên bavê Tîmurtaş, Mehmet Tîmurtaş dema kurê wî ji gundê Yenîkoyê diçe gundê Esenlî leşker lawê wî binçav dikin û dibin Fermandariya Cendermeyan a Silopî. Canli anî ziman ku her çiqas malbatê serî li fermandariya cendermeyan dane jî lê ji wan re gotine ku kurê wan ne li wir e.
Canli destnîşan kir ku di lêpirsîna dozgeriyê ya dosyeya Tîmurtaş de tu pêşketin çênebûye û biryara neşopandinê hatiye dayîn û ser dosyeyê girtin e. Canli got Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2000’î de dosyeya Tîmurtaş nirxandiye û ji ber binpêkirina mafê mirovan Tirkiyeyê mehkumî tazminata madî û manewî kiriye.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.