Dayîkên Şemiyê: Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin?

  • rojane
  • 14:32 11 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta Îbrahîm Kartay ê berî 24 salan li Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn û gotin: “Em ji bo Kartay û hemû windawan edaletê dixwazin. Gelo çima em ji hiqûqa hûndirîn encamê nagirin?”

 
Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên cezakirin di hefteya 698’emîn de, carek din li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalageran pankarta “Kujer diyarin winda li ku ne?” û wêneyên windayan vekirin. Xizmên windayan û gelek Mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta aqûbeta Îbrahîm Kartay ê berî 24 salan di 15’ê Tebaxa 1994’an li Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.  
 
Birayê Ridvan Karakoç ê di sala 1994’an de hat binçavkirin û cenazeyê wî di sala 1995’an de hat dîtin Hasan Karakoç dest pê kê axivî. Karakoç, diyar kir ku li Tirkiyeye bi hezaran kes hatine winda kirin û wiha got: “Kesên xizmên me winda kirin, hûn ji me bêtir wan nas dikin. Hûn celadên dest bi xwîn diparêzin. Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin? Bêguman sedemên vê yekê hene. Lê 23 salin em li vir edaletê dixwazin û em ê heya 23 sal din jî li vê derê bin û daxwaza edaletê bikin.” 
 
698 HAFTADIR YANITSIZ BIRAKILDILAR
 
Piştî Karakoç, xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdara 1980’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin Îkbal Eren daxuyaniya vê heftê da. Eren, anî ziman ku ew 698 heftene  li Qada Galatasarayê, ji rayedar û saziyên dewletê pirsa windayên xwe didin. Eren, pirsa gelo çi ji wandayên wan hatin kir û  wiha axivî: “698 heftene ev pirsa me bêbersiv tê hiştin. Ji ber ku kesên Tirkiyeyê birêve dibin dewletek hiqûqî naxwazin.” 
 
AQÛBETA KARTAY PIRSÎN
 
Eren, destnîşan kir ku Îbrahîm Kartay di operasyona li gundê wan ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ya di 15’ê Tebaxa 1994’an pêk hat de, ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û wiha berdewam kir. Leşker di saetên serê sibê de li dora Gundê Kartay Gomeç ê 19 kîlometere dûrî navçeya Hênê digirin û bi sedan leşker gundiyan li qada gund kom dikin û ji wan dixwazin gundê xwe terk bikin. Leşker bêyî ku dem bidin gundiyan amûrên xwe ji gund derbixin, malan didin ber agir û sewalên gund gule baran dikin û dikujin. Îbrahîm Kartay ê 29 salî, çawan ku mala wan tê şewitandin, bi malbata xwe re xwe amade dikin ji gund derbikevin. Hevjîna wî ya 6 meh dûcanî, 3 zarokên xwe jî digire ba xwe û ji gund dûr dikevin.  Kartay ji bo xurekê bigire diçe mala xwe ya hîna nehatiye şewitandin. Hin penîr, ava firîngiyan û nan digire ba xwe û ji bo biçe gel malbata xwe derdikeve derve. Piştî ku hinekê bir ê diçe, leşker wî ferq dikin û binçav dikin û carek din agahî ji Kartay nayê girtin. Hevjîna Kartay Salîme Çekir bi heviya dê hevjînê wê vegere 10 rojan li bendê dimîne, lê piştî ku dibîne venagere, bi tiyê xwe diçe serdozgeriya Hênê û serlêdan dike.” 
 
TESTA DNA’YÊ HEV NEGIRTIN
 
Eren, derbirî ku dema malbat a ji dozgeriyê tu bersivê nagire, diçin Qereqola Cendirmeyan a Hênê û wiha pê de çû: “Li qeregolê li bav Kadrî Kartay re dibêjin ‘Kurê te, terorîste, lê me wî berda. Li ku derêyê em jî nizanin.’ Piştî demekê bav Kartay cardin diçe qerekoqê. Ji qereqolê gule bera wî didin û gefa carek din kurê xwe nepirse lê tê xwarin. Piştî 21 salan, notirvanekê goristanê ji malbata Îbrahîm re dibêje, ‘dibe ku cenazeyê Îbrahîm li kêleka trafoya ceyranê ya nezî goristana navçeya Hênê hatibe defin kirin.’ Li ser vê yekê hevjîn û kurê Îbrahîm bi navbeynkariya  Şaxa ÎHD’a Amedê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Hênê didin. Piştî serlêdanê di 03’yê Hezîrana 2015’an de gor tê kulandin, parçeyên hestî û kincan tên girtin û ji bo Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên şandin. Lê di rapora hat amade kirin de testa DNA’yê hev negirtin.”
 
Eren, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windana edalet bê cih. Ji bo rastiya heqîqeta di dosyeya Kartay de derbikeve holê em dixwazin lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.”
 
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.
 

Sernavên din

13/08/2018
16:57 Berdevkê HDP’ê Oluç: Heke dawî li xerckirina şer bê dê krîz bisekine
16:16 Kewarên mêşên hengiv şewitîn û mêş telef bûn
13:59 ‘Hemû tundiyên li dijî zarokan divê mîna sûc bên dîtin’
13:35 Arastekirina fihûşê ya penaberan ji Soylu pirsî
13:24 4 welatiyên li Gogsiyê binçav kiribûn hatin berdan
13:23 Hamzaoglu: Em li heman welatî dijîn, lê ne di heman kêştiyê dene
12:07 ‘Rexneyên Demîrtaş û keysperestî’
11:59 Mexdûrên OHAL’ê behsa îşkenceyê kirin: Ji ceryanê, heta destdirêjiya zayendî îşkence li me kirin
11:38 Li Mînbîcê hûnandina jiyana bihevre didome
10:42 Dozger helbestên Şêrko Bêkes sûc dît û ji bo Serêkaniyê jî got Pirsûs
10:34 Ji Serdozgeriya Komarê gefa lêpirsîna ‘aboriyê’
10:27 Ozer û Berk ên HDP’yî hatin binçavkirin
10:22 Dîrokzan Aydin: Em bi encamên giran ên rejîmê re rû bi rû ne
09:50 Aborîzan Gungen: Çareserî komîna aboriye
09:45 Çemê Dîcle, xweza û dîroka 12 hezar salan tune dibe
09:35 Çayxaneya Şeab xizmeta çi dike?
09:32 ‘Gotin heqê xwe helal bikin û 700 kes ji kar derxistin
09:12 Ji ber ferzkirina sîxûrî û gefxwarinê 19 kesan serî li ÎHD'ê dan
09:11 Kedkara 20 salan a Kadîfekaleyê: Di xewna xwe de li Mêrdînê dijîm
09:10 Tizbiyên Kizwanê rastî eleqeyek zêde tên
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2018'AN
12/08/2018
20:05 Şanoger Yalçinkaya hat oxirkirin
16:00 TJA: Ji bo STO li Telhamût lêkolîn bike, destûr nehat dayîn
15:22 Li Îdlibê teqîn: 32 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn
15:14 Demîr: Pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê ya ewlekariya can heye
14:48 Cenazeyê jinekê di Çemê Dîcle de hat dîtin
14:12 4 kes li Serêkaniyê hatin binçavkirin
13:43 4 partiyên Başûr encamên hilbijartinê red kirin
13:13 10 rojin ceyranê nadin 10 gundan: Çandinî bê av man, cotkar perîşan bûne
12:15 Bavê 8 salan îstîsmarê 4 zarokên xwe kir, gef li dayîkê xwar ku giliya xwe paşve bikêşe
10:33 Komeleya Çerkesan li Minbicê vedibe
10:16 NY: Bedelê şerê Sûriyeyê 388 mîlyar dolare
09:18 Hevserokê DBP Çukurova hat binçavkirin
09:18 Muzeya biçûk a çand û dîroka Mezopatamya: Vanya
09:16 Bi şev ji Girê Gowijan Silêmaniyê temaşe bikin
09:15 Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Altûn di 15'ê Tebaxê de ye
09:14 Her ku dolar zêde dibe, esnaf perîşan dibe
09:12 'Di navbera îstismar û şidetê de têkiliya otorîte û hêzê heye'
09:10 Rêxistinên jinan: Mafên ku me bi dest xistin di talûkeyê de ne
09:03 Kûbîlay: Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavayê wî qet wisan nabêje
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2018'AN
08:35 Hevserokê DBP'ê yê Çukurova hat binçavkirin
11/08/2018
21:14 Ciwanan ji Amedê bang kir: Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin
20:26 Şanoger Yalçinkaya çû ser dilovaniya xwe
19:41 Hîn jî dest bi tedawîkirina girtiyê nexweş Koçer nehatiye kirin
16:47 Li Bursayê daristan dişewite
16:39 Guneş: Divê pergala perwerdehiyê azad, laîk û hemdem be
15:53 HDP’ê rewşa girtiyê nexweş ê nayê derman kirin ji Wezîr Gul pirsî
15:35 ‘Nexweşê pençeşêrê Sûbaşi berdin’
15:34 Xizmên Windayan li Îzmîrê li aqûbeta Tîmurtaş pirsî
14:32 Dayîkên Şemiyê: Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin?
14:18 Hevserokê HDP’a Amedê Çamçi: Em ê li dijî revandinê serî netewînin
12:56 Amadekariyên şahiya ciwanan bi dawî bûn
12:14 Jina ku rastî tundiya hevjînê xwe hat bi giranî birîndar bû
12:11 Di depoyek xurdeyan de teqîn rû da: 4 karker birîndar bûn
10:42 Zêdebûna diwîz li sektora înşaetê xist
10:15 Li Êlihê xizmên windayan dê guh nedin qedexeyê
09:36 Li Idlibê ‘Destê kê di berîka kê de ye?’
09:15 Li Serê Kaniyê tiliya xebatkarên şaredariyê jî di bazara fuhûşê de heye
09:13 'Dewlet zarokan ji polîtîkayên xwe re dike alet'
09:12 'Feraseta tu yê hem bixebitî û hem li malê binêrî qebûl nakim'
09:11 Baxçeyê wî wekî muzeyê ye
09:10 Bêyî ku hayê gel jê hebe qeyûm navê taxê guherand
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2018'AN
10/08/2018
18:39 Dêmariya xwe kuşt
18:34 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
18:00 Nûçegihana me Demîr hat berdan
16:39 Dolar xwe li ber axaftina Albayrak negirt: Derket 6.80 TL'yî
15:53 ‘Kiryarên Tahîr Elçî bibînin û ceza bikin’
14:28 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
14:15 Li Taxa Reşayê Sebrî ya 20 rojin dibin dorpêçê de 4 kes hatin binçavkirin
13:54 Nûçegihana me Demîr sewqî dadgehê kirin
12:54 Bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê: Em ê têkoşîna edaletê bidomînin
11:46 Rejîma Sûriyeyê li Idlibê belavok belav kir: Teslîm bibin
11:36 Li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber ji bo qutiyek şîr neçarî fuhûşê dikin
10:25 Beqlewe û qedayîf tev li hev kir û ‘kadlava’ çêkir
10:16 Uca: Wêneyê Cizîr û Şengalê bi heman qelemê hatibûn xêzkirin
09:55 Tanrikûlû: AYM bû hevkarê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan
09:54 Ji ber ku hejmara nîzamî ya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:53 Gokkan: Rejîm guherî, zimanê zayendîparêz zêde bû
09:52 Krîza aborî li sektora dermanan jî xist
09:50 Dolar 6.20 TL û Euro 7 TL’yî derbas kir
09:17 Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê: Bi Qenal Stenbolê re xweza dewrî sermayeyê tê kirin
09:16 Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin
09:15 Antmenê CHP’î: Santralê Termîk û fabrîkayên çîmentoyê xwezayê gemartir dikin
09:14 Di kelegerma havînê de keda wan tê xwarin
09:13 Esnafên jin: Krîza aborî zirarê dide me
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2018'AN
09/08/2018
23:59 Nûriye Gulmen û Mehmet Dersûlû hatin berdan
21:07 Dowîz serî berdaye: Dolar 5.56, eûro 6.43 lîre
21:00 Li Hatayê 7 kes hatin girtin
19:56 Rojnamevan Ergul nehat berdan
18:51 Malbatên Robsokiyê: Ji ber 34 xizmên me kurd bûn kiryarên wan nayên darizandin?
16:54 Tê payîn ku dê nûçegihana me Demîr sibê sewqî dadgehê bikin
16:52 Li Îzmîrê sîxûrî li ciwanên HDP’ê tê ferzkirin
16:33 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re carek din hat redkirin
16:13 Hat xwestin, girtina rojnameger Ergul bidome
15:58 Dag: Li dijî binçavkirin û revandinê bersiva me rêxistinbûyîne
15:33 Êrîş li dijî baregeha leşkerî pêk hat: 6 leşker birîndar bûn
15:31 Ji HDP’ê rapora Geverê: Bêyî delîl bên reşkirin bila Meclîs komîsyonê ava bike