AMED – Hevserokê HDP’a Amedê Şerîf Çamçi di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de axivî û got: “Em ê li dijî binçavkirin û revandinên derveyî qeydê serê xwe netewînin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 496’emîn de li ber Bîryardariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Güzel, Salîha Aydenîz, Remziye Tosun, Hişyar Ozsoy, Selçuk Mizrakli, rêveberên HDP, DBP, KCD, ÎHD, Xizmên Windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan danîn erdê û hatin hildan.
Di çalakiyê de ewil Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin axivî û diyar kir ku ji bo kiryar bên darizandin divê Komîsyona Heqîqetan bê avakirin û di vê mijarê de li benda hikumetê ne ku gav biavêje.
‘EM JI PEYAMA REVANDINÊ FÊM DIKIN’
Piştî Yalçin, Hevserokê HDP’a Amedê Şerîf Çamçi axivî û anî ziman ku di demên dawî de kesên nasname ne diyar û çekên lûle dirêj sivîlan direvînin û got: “Yên ku sivîlan direvînin, xwe wek hêzên dewletê didin nasîn. Welatî bi revandin û binçavkirinên derveyî qeydê re rû bi rû dimînin. Wê dewlet ji bo van binçavkirinên derveyî qeydê gotinek bêje gelo? Bi vê revandinê em baş dizanin, çi peyamê didin civakê. Em ê li dijî van revandinan serê xwe netewînin û têkoşîna xwe dewam bikin.”
‘JI BO EW XWEDÎ LI NASNAMEYA XWE DERKETIN’
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û hevjîna Fehmî Tosun ê windabûyî Hanim Tosun jî tev li çalakiyê bû got: “Her kes çîrokên windayan baş dizane. Ji ber xwedî li nasnameya xwe, ziman û çanda xwe derketin, hatin binçavkirin û windakirin. Heta winda bên dîtin û kiryar bên darizandin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
ÇÎROKA OSMAN BULUTTEKÎN HAT XWENDIN
Vê hefteyê çîroka Osman Buluttekîn ê li navçeya Pasûrê ya Amedê li malê hat binçavkirin û pişt re jê agahî nehat girtin hat xwendin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîrok xwend û behsa windakirin, lêgerîn û têkoşîna hiqûqî ya malbatê kir. Yalçin got Buluttekîn di 1960’an de li gundê Dêlît a bi ser navçeya Pasûrê ve hatiye dinyayê û bavê 7 zarokan bû û ji ber gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin li gel malbata xwe koçî navenda Pasûrê kiribûn. Yalçin da zanîn ku Buluttekîn piştî pevçûna di 25’ê tebaxa 1995’an de li nêzî gund diqewime kesên xwe wek polîsan didin nasîn diçin malê wî binçav dikin û Buluttekîn ê 35 salî ku li emniyetê notirvan bû bi pîjama û şimikê wî binçavkirin û birin. Yalçin got aqûbeta Buluttekîn ji roja hat revandin heta niha ne diyar e.
Piştî axaftinan beşdarvanan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist.