WAN – Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtanê hat kirin, bêyî ku hayê gel pê bixe navê Taxa Firatê guherand. Gel navê berê dixwaze.
Di hilbijartina 29'ê Adara 2014'an de piştî ku Wan bû xwedî statuya şaredariya mezin, gel îmze berhev kirin û xwestin taxa Hacibekir û Şabaniyeyê bibe yek û piştî herdu tax bûn yek navê Taxa Firatê li wan hat kirin. Şêniyên taxê bi sedan îmze berhev kirin û serî li Şaredariya Artemêtanê kirin û xwestin navê Firat Karakoyûnê ku di 1999'an de hat kuşin li taxê bikin. Meclîsa şaredariyê daxwaza gel qebûl kirin û piştî meclîsa şaredariyê walîtiyê û Wezareta Karên Hundurîn jî qebûl kiribû.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtanê hat kirin, navê taxa ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de HDP 4 hezar û 405 degn girtin û AKP jî 875 deng girtin guherand. Qeyûm Atif Çîçeklî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir û ragihand ku wan navê taxê guherandiye. Şêniyên taxê diyar kirin ku bêyî ku hayê wan jê hebe navê taxê hatiye guherandin û bertek nîşanî vê yekê da. Şêniyan got: "Tabelaya ku navê taxê li ser bû, polîsan gelek caran ew eciqandin û ji cih rakirin. Lê me tim ew tabela li cihê wê daldiqand. Lê belê vê carê jî qeyûm bi temamî navê taxê guherand."
'PÊŞÎ BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ ECIQANDIN PAŞÊ GUHERANDIN'
Reşît Erkol diyar kir ku ew naxwazin navê taxa wan bê guherandin û got: "Kesî ji bo guherandina navê taxê tiştek ji me re negot. Ez naxwazim navê taxê bê guherandin. Bila navê wê Firat be. Qeyûm dibêje gel xwestiye û 'me guherandiye'. Li vê taxê kesî nexwestiye. Ev çawa çê dibe? Qethiyen ji bo vê biryarê kesî serî li me nedaye. Di dema şaredariya DBP'î de me îmze berhev kirin û me navê taxa xwe diyar kir. Meclîsa şaredariyê jî biryara me qebûl kir. Em ji navê taxa xwe menûn in, lê nexwe qeyûm ne menûn e. Polîsan gelek caran bi wesayîta zirxî tabelaya Taxa Firatê eciqand. Lê me dîsa bi cih ve kir, lê vê carê jî navê wê guherandin."
'KESÎ JI ME NEPIRSÎ'
Şêniyê taxê Fahrettîn Soya jî, diyar kir ku ew naxwazin navê taxa wan bê guherandin û got: "Ji bo guherandina navê taxê kesî serî li me neda. Em dixwazin navê taxa me yê berê be. Navê taxa me dihat fêmkirin û naveke xweş bû. Ji bo çi diguherînin?"
‘EM Ê DÎSA NAVÊ FIRAT LÊ BIKIN'
Şêniya Taxê Behîce Abî jî, destnîşan kir ku bêyî hayê wan jê hebe navê taxê hatiye guherandin û got: "Em wek Firatê navê vê taxê dizanin û dê wisa jî bimîne. Her çend navê wê biguhere jî em ê tim wek Firatê bilêv bikin. Di hilbijartinê de dema em bi ser bikevin em ê dîsa navê taxa xwe bikin Firaat. Çi dibe bila bibe dê dîsa navê taxa me ya berê be."
'EM QEBÛL NAKIN'
Şêniya taxê Saadet Oklu jî got: "Em navê nû qebûl nakin. Dema guherandin kesî serî li me neda. Li ser navê gel derwan dikin. Di hilbijartina bê de eger em bi ser bikevin em ê navê taxê dîsa bikin Firat. Çi dikin bila bikin em vê yekê qebûl nakin."
Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojîn Çetîn jî bi bîr xist welatiyan îmze berhev kiribû û xwestibûn navê taxa wan Firat be û endamên AKP'î jî di nav de meclîsa şaredariya daxwaza gel qebûl kiribû û got: "Lê armanca qeyûm ew e ku hafizeya gel tune bike."
Qeyûm Çîçeklî li ser înternetê daxuyandibû ku navê Taxa Firatê êdî Taxa Selahattîn Eyyûbî ye.