STENBOL – Malbata Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bi boneya hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç bi boneya biçin li Grava Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi armanca hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.
Herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbû. Ji wê dîrokê vir ve daxwaza serlêdana malbatan 87 car bi hincetên cuda hatin redkirin.