ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogullari, di bîranîna komkujiya Gara Enqerê de axivî û got: “Ev doza, doza hesap pirsînê ye. Heya em hesabên şer, komkujî û xwînê ji desthilatdariyê bipirsîn, em ê li qadan û salonên danişînan têkoşîna edaletê bidomîn in.”
Kesên di Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dan, li ber Garê di meha 34’emîn a komjiyê de hatin bibîranîn. Komeleya Aştî û Piştevaniya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) her 10 mehê biranînê li dar dixe. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan, xizmên birîndaran, Înîsiyastîfa Malbatên Pirsûsê û nûnerên sendîkayan beşdarî bîranînê bûn.
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'
Hevserokê Komeleyê Îhsan Saylan, di bîranînê de axivî û wiha got: “Berî 34 mehan me 103 rêhevalên xwe winda kirin û nêzî 400 hevalên me jî birîndar bûn. Em li pişt doza hevalên xwene. Emê têkoşîna wan berdewam bikin.”
'EM Ê HESABÊ XWÎN Û KOMKUJIYÊ BIPIRSIN'
Parêzer Sevîn Hocaogullari dûre axiv û diyar kir ku ligel doz bi dawî bû jî, hîna jî komkujî nehatiye ronî kirin. Hocaogullari, da zanîn ku ewê hesabê komkiyê tim bipirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo hemû berpirsên vê komkujiyê bên darizandin û li pêşberî edaletê hesap dibin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ev doz, doza hesap pirsînê ye. Heya em hesabên şer, komkujî û xwînê ji desthilatdariyê bipirsîn, em ê li qadan û salonên danişînan têkoşîna edaletê bidomîn in.”