RIHA – Li Rihayê hosteyê şîraniyê Sadik Badilli beqlewe û qedayîf li nav hev xist û bi navê “kadlava” şîraniyek nû çêkir. Şîraniya navê wê tescîl bû turîst û Rihayî eleqeyek mezin nîşan didinê.
Riha yek ji bajarên xwarin û şîraniyên bi çêj e û çanda xwarinpêjiyê lê bi nav û deng e. Şîraniyek melez li şîraniyên din ên Rihayê zêde bû. Hosteyê şîraniyê Sadik Badilli cûreyek nû yê şîraniya sivik û bi tehm çêkir. Badilli tebaxa ser beqlewê û tebaxa bin qedayîfê bi hev ve danî û şîraniya çêkir di demek kin de li Rihayê belav bû. Navê şîraniya melez ku çêkiriye “kadlava” lê daniye. Badilli ji bo şîraniya çêkir “kadlava” serî li Saziya Patenta Tirk û Markayê da û navê “kadlava” tescîl kir.
Kargeha şiraniyê ya Badilli nêzî Gola Masiyan e û turîst û şêniyên bajêr eleqeyek mezin nîşanî şîraniyê dan. Badilli kîloya kadlava bi 35 TL’yî difiroşe.
KADLAVA XWESER ŞÎRANIYA RIHAYÊ YE
Badilli diyar kir ku 35 sal e ew karê şîraniyê dike û piştî ew ket nava lêgerîna şîraniyek nû kadlava derxist holê. Badilli got ev şîranî taybetî aîdî Rihayê ye û nifşek nû yê şîraniyê ye. Badilli da zanîn ku piştî kadlava çêkiriye û mişteriyên wî ecibandine wî jî kadlava berdewam kiriye. Badilli diyar kir ku kadlava şîraniya Rihayê ye û malzemeyên ji bo kadlava bikar tîne hemû xwezayî ne.