AMED - Girtiyên ku ji ber di nîzama leşkerî de jimarî nedan ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Rihayê hatin kirin, ji ber ku li vê girtîgehê jî jimariya di nîzama leşkerî de red kirin hatin derbkirin, heqaret li wan hat kirin û gef li wan hatin xwarin.
Girtiyê bi navê Sedat Odumlu nameyek ji ajansa me re şand û diyar kir ku ji ber ku jimariya di nîzama leşkerî de red kirine ew û 2 hevalên xwe ji Girtîgeha Tîp E ya Bedlîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Rihayê hatine girtin.
Odumlu, diyar kir ku piştî sirgûnê ji ber ku hevalê wî Orhan Çelîk welatiyê Almanyayê ye piştî 20 rojan şûnde neqlî qawîşa siyasiyan hatiye kirin û her wiha ew û hevalê wî Dildar Orûk jî bi zorê di "qawîşa ên serbixwe" de hatine girtin.
Odumlu di nameya xwe de got: "Ji 23'yê Gulanê ve me daxwaz kir ku em derbasî qawîşa siyasiyan bibin, lê belê tim bi hincetên wekî 'Wezaretê hîn destûr nedaye an jî dozger destûr nedaye' me bi zorê di qawîşa ên serbixwe de dihêlin."
Odumlu, bilêv kir ku ji ber wan jimariya di nîzama leşkerî de nedaye ji Girtîgeha Bedlîsê sirgûnî ya Rihayê hatine kirin lê belê li vira jî jimariya di nîzama leşkerî de li wan tê ferzkirin. Odumlu destnîşan kir ku ji ber li vira jî jimariya di nîzama leşkerî de red kirine hatine derbkirin, heqaret li wan hatiye kirin û gef li wan tên xwarin.
Odumlu, da zanîn ku wan têkildarî van pêkanînan daxwazname ji Wezareta Dadê û Dozgeriya Komarê re şandiye, lê belê daxwaznameyên wan nehatine qebûlkirin.