ÎZMÎR – Li Bazara Jinan a semta Sigacik a navçeya Seferhîsara Îzmîrê jinên esnafiyê dikin gotin ew ji ber krîza aborî zerarê dikin û ji ber kes nikarin tiştekî bikirin hemû eşyayên wan di destê wan de dimîne.
Li semta Sigacik a girêdayî navçeya Seferhîsara Îzmîrê 10 sal berê Bazara Jinan hat avakirin. Jin li bazarê xwarin û lixwekirinên bi destan çêdikin ên mîna şîranî, rîçal, tirşîn, dantel, cil û biharatan difiroşin. Bazar bi boneya xûrtkirina aboriya jinê hat avakirin. Bi 20 dezgahn dest pê kir û niha 600 dezgeh lê hene. Jin bi firotinên li bazarê debara malbatên xwe dikin. Jinên esnafiyê li bazarê dikin anîn ziman ku ji ber krîza aborî ew nikarin kar bikin.
‘JI NEÇARÎ FIROŞKARIYÊ DIKE’
Arzu Karakaş a 3 sal in li bazarê cilan difiroşe destnîşan kir ku ji ber krîza aborî cil bihabûne û êdî hêza gel a kirîna cilan jî nemaye. Karakaş got 5 sal berê rewşa aborî baştir bû û ji bo mesrefên xwe derbixe tiştên naxwaze difiroşe, lê neçar bifiroşe.
‘DOLAR ZIRARÊ DIDIN ME’
Ferah Uucrler a 10 sal in li bazarê biharatan difiroşe jî got biharatên ew bixwe hişk dike difiroşe û wiha pêde çû: “Berê rewş ne wiha bû. Berê we derzî biavêta erdê nediket. Mişterî gelek in lê firotin nîne. Ji ber bihabûna dolaran kes naxwaze tiştekî bikire. Karê me nabe. Em nizanin çi bikin. Em bigirin jî nabe. Em neçarin 5-10 lîre pere bibin malê. Tekane daxwaza me ew e rewşa aboriyê baş bibe.”
‘TEKANE PIRSGIRÊK DEWLET E’
Mukkerem Erçetîn a 5 sal e cûreyên xwarin û şîraniyê li malê çêdike û li bazarê difiroşe jî anî ziman ku zemkirina zexîreyan bandorek neyînî li ser wan dike û got: “Tekane pirsgirêka aboriyê dewlet e.”
‘GEL NIKARE LI BER KRÎZA ABORÎ LI BER XWE BIDE’
Ozlem Tunadur jî diyar kir ku hilberînên li baxçeyê xwe dibe li bazarê difiroşe û wiha got: “Têkildarî krîza aborî ne hewceye em behsa dewletê jî bikin. Her kes dizane çi diqewime û çi ye. Rewşa aboriyê sererast nabe. Gel êdî nikare li ber krîza aborî li ber xwe bide. Ez êdî neçarim hilberînan bi erzanî bifiroşim. Em li gorî zemê biha bifiroşin, mişteriyên hene jî dê êdî neyên.”