* Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparstinê didin. Jinan destnîşan kir ku pêşî bi awayekî fikrî hay ji xwepasrtinê çêdibin û gotin: "Pêşî em mêrê ku şidetê dike teşhîr dikin. Eger ev ne bes be, em xweparstina xwe dikin."
* Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê Fatoş Osmanagaoglû, diyar kir ku projeya Qenal Stenbolê projeyeke ku ku xwezayê û jiyanê tune dike û got: "Qenal Stenbolê projeya ku xwezayê dewrî sermayeyê dike."
* Hevserokê SES'a ALiyê Anatoliyayê Erdal Guzel, destnîşan kir ku ji ber qûrên dowîzê tim zêde dibin fîrmayan nêzî 800 dermanên ku ji nexweşînên wekî pençeşêrê tên bikaranîn ji piyaseyê kişandine û got: "Eger ev rewş neyê çareserkirin dê bibe sedema encamên dijwar.
* Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bi taybetî piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê zimanê siyasetmedarên li derdora AKP'ê bi awayekî zêde bûye zimanekî zayendiyî û got: "Ji bo têkoşîna li hemberî polîtîkayên yekzilamî rêxistinbûyîn divê. Parastina me ya herî mezin rêxistinbûyîn e."
* Girtiyên ku ji ber di nîzama leşkerî de jimarî nedan ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Rihayê hatin kirin, ji ber ku li vê girtîgehê jî jimariya di nîzama leşkerî de red kirin hatin derbkirin, heqaret li wan hat kirin û gef li wan hatin xwarin.
* Di 6 salan de 176 hezar û 951 kesî bi hinceta "mafên wan ên darizandineke adil hatiye binpêkirin" serî li AYM'ê dane. Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû ji bo helwesta AYM'ê ya ji bo serlêdanan got: "Bû hevparê polîtîkaya binpêkirina mafên mirovan."
* Parlamentera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Uca, ya bi boneya salvegera 4’emîn komkujiya Êzidiyan a ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat çûbû Şengal û Mûsilê, wêrankirina DAIŞ û qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmî hatin îlankirin, danberhev û got: “Wêneyê Cizîr, Sûr, Mûsil û Şengalê bi heman qelemê hatibûn xêzkirin.”
* Li Bazara Jinan a semta Sigacik a navçeya Seferhîsara Îzmîrê jinên esnafiyê dikin gotin ew ji ber krîza aborî zerarê dikin û ji ber kes nikarin tiştekî bikirin hemû eşyayên wan di destê wan de dimîne.
* Li Çukurovayê, karkerên çandiniyê dibin kelegerma havîna pileya 40 de, ji bo 50 TL’an neçarin 12 saetan kar bikin. Karkaran, diyar kirin ku ew beramberî keda xwe nagirin û ji vê yekê bi gazincin.
* Parlamenterê CHP’ê Alpay Antmenê rexle li projeya Santrala Hêza Nuklerî ya Akkuyuyê kir got ku piştî santra nukleerî temam bibe dê li derdora santralê santralên termîk û fabrikayên çîmentoye bên lêkirin. Ev jî dê hê pirtir xwezayê gemar bikin.
* Kesên di Komkujiya Enqerê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, dê li ber Gara Trenê ya komkujî lê pêk hat, bên bibîran. (10.04)