NAVENDA NÛÇEYAN – Nûriye Gulmen û Mehmet Dersûlûyê ku ji karên xwe hatin îxrackirin û duh êvarî li Bodrûmê hatin binçavkirin hatin berdan.
Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mehmet Dersûlûyê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin û piştî îxrackirinê li Kolana Yuksel a Enqereyê çalakiya "Em karê xwe dixwazin" dan destpêkirin, duh êvarî li Bodrûmê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Piştî hatin berdan Nûriye Gulmen li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî peyamek parve kir: "Em hatin berdan. Diçin nexweşxaneyê. Nikarim lingê xwe bilebitînim. Bi vî halî min li edliyeyê bi erdê ve kişandin. Bi pehînan li ser Mehmet û deverên wî yên din xistin. Bi îşkenceyê jî vîna me teslîm negirtin. Loma teqez em ê bi ser bikevin."