STENBOL - Dadgehê biryara berdewamiya girtina rojnamevan Haydar Ergul û 8 endam û rêveberên HDP'î û DBP'î da.
8 endam û rêveberên HDP'î û DBP'î û rojnamevan Haydar Ergul ku di 28'ê Tîrmeha 2017'an de li Stenbolê di avêtina ser malê de hatin binçavkirin, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê derketin pêşberî dadger. Di danişîna dozê de parêzeran parêzî kir û xwestin muwekîlên wan bên berdan.
Piştî parêziya parêzeran heyeta dadgehê navber da danişîna dozê. Heyeta dadgehê piştî navberê biryara berdewamiya girtina rojnamevan Haydar Ergul, rêveberên HDP û DBP'î Eşref Yaşar, Mehmet Sagniç, Ercan Dogrû, Aygul Tûrhan, Mûstafa Elma, Abdullah Geldî, Munevver Îlîngî û Aysel Dîlerê da.
Danişîn taloqî 2'yê Mijdara 2018'an hat kirin.