ŞIRNEX – Malbatên Robsokiyê, di hefteya 345'an a lêgerîna ji bo edaletê de careke din hatin gel hev. Malbatan ji o nedîtina kiryarên komujiyê gotin: "Ji ber ku 34 xizmên me kurd in kiryarên wan nayên darizandin?"
Malbatên Roboskiyê ku li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê 34 xizmên wan di bombebarana balafirên şerî de hatin kuştin, di hefteya 345'an a lêgerîna ji bo edaletê de careke din li ser gorên xizmên xwe hatin cem hev. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî da.
‘JI BO ÇI HIQÛQ KIRYARÊN XIZMÊN ME CEZA NAKE'
Encu ku got "Ji ber 34 xizmên me kurd bûn kiryarên wan nayên darizandin" diyar kir ku li erdnîgariya wan hiqûq û edalet bi awayekî din tê birêvebirin. Encu, bi bîr xist ku ji ber wan xwestiye kiryar bên darizandin ew hatine darizandin û got: "Hiqûqa girêdayî 'yekkesî' ku em darizandin ji bo çi kiryarên xizmên me ceza nake? Ev derbeyeke li hemberî demokrasiya vî welatî. Edalet û demokrasî tune ye."
EM EDALET ÛA ŞTIYÊ DIXWAZIN'
Encu, destnîşan kir ku ew ji bo hemû mirovên ku mafên wan hatine xespkirin doza edalet û aştiyê dikin û ew ê ji bo vê xwesteka xwe bitêkoşin.