STENBOL - 2’yemîn danişîna 9 siyasetmedarên rojnameger Haydar Ergul jî dinavê hat dîtin. Dozger xwest girtina siyasetmedaran bidome.
2'yemîn danişîna doza 9 rêveber û endamên DBP û HDP'ê yê rojnameger Haydar Ergul jî dinavê de ku di serdegirtina malan a 28'ê Tîrmeha 2017'an li Stenbolê hatin binçavkirin û girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Stenbolê hat dîtin. Siyasetmedarên girtî anîn danişînê, rojnameger Ergul û xebatkara kovara Jineolojî Şeyma Kantarci jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê kirin.
DOSYA CIHÊKIRIN
Serokê Dadgehê berî danişînê, diyar kir dosyeyên girtî Enver Sonmez û Guven Pinar hatine cihêkirin û leşkeran jî ew birin nezaretxaneyê.
HAT XWESTIN KU GIRTINA 9 KESAN BERDEWAM BIKE
Dozger dûre, derbarê danişînê de mutalaeya xwe da û xwest girtina rojnameber Haydar Ergul, rêveber û endamên DBP û HDP’ê Eşref Yaşar, Mehmet Sagniç, Ercan Dogru, Aygul Turhan, Mustafa Elma, Abdullah Geldî, Munevver Îlîngî û Aysel Dîler berdewam bikin.
Piştî navberê siyasetmedarên girtin xwestin bên berdan. Rêberê HDP’ê Eşref Yaşar dûre parastin kir û wiha got: “HDP partiyeke fermiye.” Aysel Dîler jî, da zanîn ku 9 mehin bi awayekê bêhiqûqî di girtîgehê de tên girtin. Aygul Turhan jî, destnîşna kir ku bi girtinan dixwazin HDP’ê ceza bikin.
Danişîn bi parastina parêzeran berdewam dike.