STENBOL - Parêzer Baran Dogan pêkanîna "hedefa demê' ya di darazê de nirxandin û got: "Sedemên darizandinên di demên xwe de bi dawî nabin, ne pirsgirêka demêye, pirsgirêka daraz polîtîk bûye."
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 400 projeyên di plansaziya 100 rojî de di rojên derbasbûyî de aşkere kir. Di nav van hedef û projeyan de pêkanîna “hedefa demê ya darazê” ya ku dema lêpirsîn û teqîbatê temam dibin beriya wê raber dike jî cih digire. Bi serdema edlî ya sala nû re dê ev pêkanîn bikeve meriyetê. Parêzer Baran Dogan vê pêkanîna dê bikeve meriyetê nirxand.
‘WÊ ENCAMEK BAŞ NEYNE’
Dogan diyar kir ku hikumet bi “Hedefa demê” dixwaze darizandina bi demek maqûl xelas bike û lê encax nexelaskirina darizandinên li Tirkiyeyê ya di demên xwe de sedemê ji berk u dema hedef nadin. Dogan anî ziman ku daraz êdî bi temamî polîtîk bûye û got: “Pirsgirêk ne ya demê ye pirsgirêk ew ku daraza polîtîk bûye êdî ji navendekê tê kontrolkirin.” Dogan da zanîn ku ev pêkanîn dê ji bo pêvajoyên darazê ne adil be û dê bêtir lezbûnê temîn bike. Dogan got ew ne bawer e pêkanîna “hedefa demê” encamek baş jî derbixe holê û yek jî sedemê vê pêkanînê ew e ku di bingeha darazê de pirsgirêk hene.
‘DÊ CEZAYAN ERÊ BIKIN’
Dogan destnîşan kir ku heke dema darazindinê zû xelas bikin dê bêyî delîl cezayan bidin erêkirin. Dogan anî ziman pêkanîna “hedefa demê” raste rast mudaxeleyek li ser darizandinê ye û got: “Dema ev yek negîhîje hedefa xwe dê hin danekirinan jî pêk bînin.”