AYDIN - Li navçeya Kuşadasi kêştiya koçberan noqî avê bû. Di bûyera ku zarok jî dinavê de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Kuşadasi ya Aydinê, kêştiya koçberan noqî avê bû. Ekîbên Ewlekariya Peravan piştî bûyer bihistin çûn cihê bûyerê. Li gorî agahiyan, 13 kesên hewl dan bi ser Tirkiyeyê re biçin derveyî welat, keştiya wan noqî avê bû. Di bûyera ku zarok jî dinava de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêmê karê lêgerînê berdewam dike û hat ragihandin ku 4 kes ji bûyerê bi saxî xelas bûne.