ŞIRNEX – Li Silopiyayê lingê Çîgdem Başaka 10 salî di nav bariyerên polîsan de asê mabû. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de, der barê polîsê bi navê M.Ç. ê ji cihê bûyerê dûr ket de biryara neşopandinê hat dayîn.
Di 30'yê Mijdara 2017'an de li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, lingê Çîgdem Başak 10 salî di nav bariyerên blokî ku polîsan bi hinceta "ewlehiyê" danîbûn orta rê de asê mabû û birîndar bûbû. Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê der barê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û lêprisîn çend meh berê temam bû.
Piştî ku lingê Başakê di nav bariyeran de asê ma, Başaka 10 salî gelek caran emeliyat bû, lê belê hîn jî lingê wê rihet nebûye. Li ser vê Qeymeqamtiya Navçeya polîsên bi navê M.P. û M.Ç. ji peywirê dûr xistibû.
Dozgeriya ku dosye amade kir, der barê polîsê bi navê M.Ç. yê ku di dema bûyerê de ne li cihê xwe bûye de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê destnîşan kir ku her çend M.Ç. di dema bûyerê de ne li cihê xwe bûye jî, lê belê ji bo îhmalkariya peywirê pir delîl tune ne û ev yek têrî destpêkirina dozê nakin.
Her wiha polîsê bi navê M.P. ê ku doz lê jî hatibû vekirin di îfadeya xwe de wiha gotibû: "Nayê bîra min keça ku birîndar bû di ber kamerayê re derbas bûye yan na. Ji ber ku ji ber wesayîtê min li monîtorê dinerî, eger derbas bûbe jî min nedîtiye. Ji ber ku qet nedihat bîra min ku dê zarokek di ser bariyeran re derbas bibe, min jî qet di pacê û ji derve ve lê nenêrî. A rast em du kes vê pergalê kontrol dikin. Yek jê di monîturê de yek jê jî bi çavên tazî li derve. Lê belê di dema bûyerê de hevalekî min ji ber karekî lojîstîkê 25-30 metre wêde çûbû."