AMED – Serokê SP'a Amedê Fesîh Bozan, diyar kir ku wan bihîtiye ku li Şaredariya Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên wê yên qeyûm tayînî wan hatine kirin nelirêtî tên kirin û bertîl tên stendin, îhaale tên parkirin û di girtina kar de pereyên mezin dizîvirin û xwest ev îdia bên lêkolînkirin.
Gilî û gazindên der barê Şaredariya Mezin a Amedê û navçeyên wê yên qeyûm tayînê wan hatin kirin de her diçin berbelav dibin. Serokê Partiya Saadetê (SP) a Amedê Fesîh Bozan, diyar kir ku wan bihîstiye li şaredariya mezin û şaredariyên navçeyê yên qeyûm tayînî wan hatine kirin nelirêtî tên kirin û bertîl tên stendin.
‘JI BO KURÊ XWE DI ŞAREDARIYÊ DE BI CIH BIKE 35 HEZAR LÎRE DA'
Bozan, anî ziman ku di şaredariya mezin de di warê girtina kar de, îhaleyên tên vekirin de gelek gilî û gazinc hene û got: "Di gerên ku em dikin de, di sohbetên me yên bi mirovên kardêr re, li taziyeyan, dawet û mêvaniyan de me gelek caran bihîst ku nelirêtî tên kirin û bertîl tên dayîn. Hin kes hene ji bo kurê xwe li şaredariyê bi cih bikin 35 hezar TL dane. Di îhaleyên tên kirin de îdiayên mezin hene. Eger îhaleyeke bi milyonekê bi 4-5 milyonan bê dayîn, divê ev yek bê lêkolînkirin. Em naxwazin kesî tawanbar bikin. Lê eger lic ihekî duxan hebe, nexwe li wir agir jî heye. Dim dixwazin ev îdia bên lêkolînkirin. Şaredarî ji bo ximzetê ji gel re bikin hene. Ew budçe ji bo derdorên xwe yên şexsî dewlemend bikin nayên dayîn."
‘DEWR DEWRA KU KÎ JI KÊ ÇI ÇIRPAND'
Bozan, destnîşan kir ku li saziyan bi awayekî zêde rizandinek û yozbûyîneke ehlaqî rû daye û got: "Dewr bûye dewra kî ji kê çi çirpand." Bozan destnîşan kir ku divê rayedar mudaxileyî vê yekê bikin û got: "Min bi polîsekî re hevdîtin çêkiribû û min ev mijar jê re gotibû. Ev qas nelirêtî û bertîl tên bihîstin. Hayê emniyetê ji vê yekê tune ye? Çima bi ser de nayê girtin? Polîs got 'ma tu yê kî giliyê kê bikî?' Ew jî hay ji rewşê hene, lê nikarin tiştekî bikin."
Bozan, bilêv kir ku ji bo maqyajkirina bajêr belaheq pere tên xerckirin û got: "Li hin deveran veguherînên beleheq tên kirin. Ev pereyên ji bo xişr û neşra tên deynkirin îsraf e. Ji be rîsrafê rewşa aboriya welat di krîzê de ye. Divê ev pereyên di vî warî de tên xerckirin ji bo îstihdamê bên veqetandin."
‘ÊN DESTEKÊ NADIN AKP'Ê XIZMET JI BO WAN NAYÊ KIRIN'
Bozan, bilêv kir ku welatiyên ku AKP destek nakin xizmet ji bo wan nayê kirin û got: "Qeyûm peywirdarên fermî yên dewletê ne. Ne şaredarên partiya îktîdarê ne. Divê bêalî bin. Welatiyên destekê nadin AKP'ê xizmet ji bo wan nayêd ayîn. Qeyûm wekî partîzanekî tev digere. Mixabin dema em li wan dinerin em dibînin ku xebatên propaganda û reklamê yên AKP'ê dikin û ev tiştekî şaş e. Her wiha dema partiya îktîdarê li bajêr mîtîngekê lid ar bixe, ji walîtiyê bigire heta şaredariya hemû saziyên fermî seferber dibin. Cihgirtina wan a di nav xebatên propgandaya siyasî de ne rast e."
Berê ji ber "nelirêtî, îltîmas, rant û îhaleyên ne li rê" Wezareta Karên Hundurîn 9 qeyûm ji peywirê girtibûn.