ÊLIH - Girtiyê nexweş Şakir Akkurt ê di sala dawî de sewqî sê girtîgehan hat kirin, nayê derman kirin. Ji ber enfeksiyona çavan, Akkurt pir diêşe û her ku diçe êşên wî zêdetir dibin.
Girtiyê nexweş Şakir Akkurt ê di sala dawî de sewqî sê girtîgehan hat kirin û herî dawî wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, nayê darman kirin. Ji ber enfeksiyona çavan, Akkurt pir diêşe û çavên wî bi xwîn bûn. Akkurt bi hincetên cuda nayê derman kirin û her ku roj derbas dibin êşa wî girantir dibe. Xwişka Akkurt ê 25 salane di girtîgehê de Şukran Akkurt, diyar kir ku di girtîgehê de birayê wê bi gelek nexweşiyana ketiye û wiha axivî: “Birayê min herî dawî ji ber çavên xwe nebaş bû. Birayê min di sala dawî de sewqî sê girtîgehên Kandira, Bandirma û Akhîsarê hat kirin. Ji ber sirgûnan birayê min nayê derman kirin. Divê demildest birayê min bê dermankirin. Ji bo hemû girtiyên nexweş bên dermankirin, ez dixwazim bên berdan.”
'ÇAVÊN WÎ BI XWÎN DIBIN'
Akkurt, da zanîn ku her dawî bavê wê berî mehek û nîvê çûn hevdîtina birayê wê û wiha got: “Bavê min 75 saliye. Herî dawî dema diçe hevdîtinê heta gureyên wî ji wî dikin û lêgerînê pêk tînin. Bavê min got çavên birayê te ji xwînê sor bûne. Ji ber enfeksiyona çavan, çavên birayê min bi xwîn dibin. Nayê derman kirin. Em nizanin çima nayê derman kirin. Em ji ber vê sedemê serî li rêyên hiqûqî bidin.”
'BILA BÊ DERMANKIRIN’
Akkurt, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê birayê min bê dermankirin. Wî tim sirgûn dikin. Birayê min dixwaze wî bibin nexweşxanê, lê wan dereng sewqî nexweşxanê dikin. Bijîşkên di girtîgehê, girtiyan baş derman nakin. Berî 25 salan dema birayê min ket girtîgehê, rastî îşkenceyek pir mezin hat û ji çongên xwe hat emeliyatkirin. Gelo çima birayê min tim sirgûn dikin? Ne tenê birayê min divê hemû girtiyên nexweş êdî berdin û li derve bên dermankirin.”