AMED – Eyno Kaya ya 78 salî tevî hemû nexweşînên xwe, zor û zehmetiyên jiyanê li kolanan bermayiyên kêrnehatî berhev dike û pê debara malbata xwe dike. Kaya ji saetên êvarê heta berdestê sibê kolan bi kolan digere û naylon, karton û şûşeyên avê yên plastîk berhev dike. Kaya got her çiqas hêza wê ya kar bike nemabe jî lê ew neçar e li ser piya bisekine û bixebite.
Desthilatdariya AKP’ê li pey hev daxuyaniya dide û di her daxuyaniyên xwe de behsa rewşa baş a aboriyê û îstîhdamiyê dike. Lê bi taybetî dema mirov li kolanên bajarên herêmê dinêrê ev daxuyaniyên AKP’ê qet rastiya xwe nadin nîşandan. Ji ber rewşa xizaniyê ji heft salî heta heftê saliyan welatî ji bo debara xwe neçarin bixebitin. Yek ji van welatiyên bi şev û roj li kolanan dixebite jî ya extiyar Eyno Kaya ye. Kaya li gel 78 saliya xwe jî neçar e bixebite. Tevî hemû zor û dijwariya jiyanê kolan bi kolanên Amedê digere û naylon, şûşeyên plastîk ên avê û kartonan berhev dike.
ÊVARÊ DESTPÊ DIKE HETA SERÊ SIBÊ DIXEBITE
Di kêliya ku Kaya li kolanê naylon, karton û şûşeyên avê yên bikêrnehatî berhev dikir saet 22.00’ê şevê bû û dixebitî. Kaya di saetên êvarê de ji mal derdikeve û diçe kar û heta serê sibê dixebite. Kaya têkildarî karê xwe yê zehmet ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û behsa kêliyên dijwar ên jiyana xwe kir.
Eyno Kaya diyar kir ku ew ji gundê Barinê yê navçeya Pasûrê ya Amedê û beriya 30 sal berê ji gundên xwe derketine û hatine li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê bi cih bûne. Kaya got ew êvarê dest bi kar dike û heta serê sibê naylon, karton û şûşeyên avê yên plastîk berhev dike.
‘JI BO DEBARA MALBATÊ NEÇARIM BIXEBITIM’
Kaya anî zaman ku bi salan e ji bo debara malbata xwe karê berhevkirina bermayiyan dike û wiha got: “Hevjînê min bi salan tedawiya nexweşîna penceşêrê dît. Ji ber ku hevjînê min nikaribû bixebite, neçar bûm ji bo debara malbatê ez bixebitim. Li aliyekî min li hevjînê xwe dinêrî û li aliyê din jî kar dikir. 9 meh berê jiyana xwe ji dest da. Piştî ku hevjînê min çû ser dilovaniya xwe, min meaşê jinbîtiyê distend. Lê ji ber ber ku têra debara min nedikir min xwest ku ev meaş betal bibe û di şûna wê de meaşê extiyariyê bistînim. Min serî li saziya pêwendîdar da lê hîna tu meaş ji min re derneketiye. Ez hewl didim ku bi berhevkirina xwirdeyan li neviyên xwe binêrim. Lê ev karekî pir zehmet e û tu hatina wê jî tuneye. Hêza min tûneye ku xurdeyên mîna hesin kom bikim. Tenê tiştên sivik kom dikim ji ber wê jî malzemeyên ku ez du mehan kom dikim tenê 100 TL digirin.”
EW BI HÊZA XWE DIXEBITE
Kaya destnîşan kir ku ew bi bûka xwe û du neviyên xwe re di malek li ber hilweşandiyê ne de dimîne û wiha dewam kir: “Pênc kur û çar keçikên min hene. Vî kurê min ê ez pê re dijîm, ji ber sûcê edlî di hepsê de ye. Zarokên min din eleqa xwe bi me naynin. Ji ber feqîriyê em neçarin di vî xaniyê kavil de bijîn. Dema em ji gund hatin bajêr, dilxwazek vî xanî belaş da me. Ji ber ewşa xerabe ya xanî zivistanê her tim dilop dike. Piştî demekê xwediyê xanî mir û ji ber ku debara wan jî nedibû buka xwediyê xanî êdî kirêya xanî ji me sitend. Ez mehê 200 lîre didim heqê kirê.”
Kaya da zanîn ku ji ber bêderfetiyê bûk û neviyên wê nikarin biçin girtîgehê hevdîtinê bikin û her çiqas kurê wê dixwaze wan bibîne jî lê derfet nînin.
‘HÊZA MIN NEMAYE, LÊ NEÇARIM BIXEBITIM’
Kaya behsa zehmetiya karê xwe kir û got: “Ev karekî pir zor e. E. pir diwestim. Car caran li nava rê ereboka min di destê min de û ez di xew ve diçim. Heta ku têm malê ji hal dikevim. Di serê min de kîtle heye. Nexweşiyên min yên Alzheimer (cûreyek nexweşîna jibîrkirinê) û şekir hene. Êdî hêza min nemaye ku ez kar bikim. Lê belê belê neçarim bixebitim.”
‘HER TIM JIN BI ZEHMETIYAN RE HEVRÛ DIMÎNIN’
Kaya bi bîr xist ku di her qada jiyanê de jin bi hemû zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ez jî jinekim van hemû zor û zehmetiyan dikşînim. Ez wek dayikek û dapîrekê gelek berpirsiyariyên zor û zehmet hildan ser milên xwe. Niha jî weke dapîrek ez ji bo neviyên xwe li ber xwe didim, lê hêza min gelek nemaye. Gelek jin wek min di nava şertên zehmet de ne. Ez dixwazim kesên eleqedar, berpirsiyar rewşa me bibînin.”