Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin

  • rojane
  • 10:23 20 Cotmeh 2017
  • |
img
STENBOL – Dayika Mehmet Şirîn Mutlu yê di bin çavan de hat windakirin, Sabriye Can û xwûşka wî Perîxan Maltu li Qada Galatasarayê, xwûşka wî ya din Altun Bîçîcî li Êlihê birayê xwe digere. Perîxan Maltu got ku "Ez her cara ku diçim Galatasarayê wekî ku çûbim gel Mehmet Şirîn."
 
Bûyerên "Kiryarên wan ne diyar" bi salan e di dîroka dewletê de wekî "rûreşiyekê" tê dîtin, cihê ku dewlet xwe ji vê rûreşiyê rizgar bike, ji bo xizmên windayan ji têkoşîna wan bide serkirin, her tiştî dike. Gelek dozên ku dihatin dîtin di bin navê "demboriyê" de hatin xiztin, gelek dozan jî înkar kir û da zanîn ku bûyerek wiha neqewimî ye. Ruxmê hemû hewldanên dewletê, Dayikên Şemiyê dest ji têkoşîna xwe bernedan. Yek ji van jî malbata Maltu ye. Di sala 1995'an de leşker Mehmet Şirîn Maltu binçav dikin û malbatê tu agahî ji kurê xwe negirt. Dayika M. Şirîn Maltu Sabriye Can diyar kir ku wê xwestiye wê demê bimire, lê dê heta mirinê dest ji têkoşîna xwe bernede.
 
KURÊ MIN BÊ BAV MEZIN BÛ
 
Sabriye Can di sala 1950'yan de li mezraya Zediyanê hatiye dinê, ji ber ku malbata wê bi cotkariyê re eleqeder e, wê jî dest bi cotkariyê kiriye. Piştî zewaca bi Ferman Maltu re, 2 ji wan keç 4 zarokên wê çêdibin. Lê ji ber ku zewaca xwe ya fermî çênekirine, bi zarokên xwe re heman paşnav negirtiye. Hevşîjê wê Ferman Maltu di sala 1973'yan de jiyana xwe ji dest dide, Can zarokên xwe bi xwe mezin dike. Can destnîşan kir ku piştî hevjînê wê wefat dike, piştî 3 mehan kurê wê tê dinê, kurê xwe bê bav mezin dike.
 
PIŞTÎ 31'Ê ÇILEYA 1995'AN KURÊ XWE NEDÎT
 
Can aşkera kir ku di sala 1994'an de leşker bi ser gundê wan de digirin, bi hemû mêrên li gund re, kurê wê jî binçav dikin, mirovên din serbest tên berdan kurê wê 6 rojan di bin çavan de tê girtin û îşkenceyê lê dikin. Can dema kurê xwe piştî îşkenceyê dibîn, wekî ku parçeyekî canê wê çûbe dil bi êş dibe, piştrast kir ku piştî îşkenceyê kurê wê serbest tê berdan. Can destnîşan kir ku kurê wê di 31'ê Çileya 95ân de ji bo kalê xwe ziyaret bike çûye serdana wî û wiha got: "Wê şevê leşker bi ser mala kalê wî de digirin û wî binçav dikin. Li nava gund îşkence lê kiribûn, min qêrîna wî li mal bihîst. Min xwest em xwe bigihînim kurê xwe, lê leşkeran ez asteng kirim û gef li min xwarin."
 
‘WÊ DEMÊ MIN TENÊ XWEST EZ BIMIRIM’
 
Can anî ziman ku rojek şûn de leşkeran di saetên  nîvro de bi panzer û maşîneya Peugeotê Mehmet Şirîn anîne gund û wiha pê de çû: "Dema anîn gund çiwal xistibûn serê wî, dest û piyên wî girêdayî bûn, jê xwestibûn ku cihê gerîlayan nîşanê wan bide. Piştî îşkenceya li qada gund kurê min anîn malê ew di serşoya malê de kilît kirin. Îşkenceya leşkeran li malê jî dewam kir, lê tiştek bi destê min nedihat û wê demê min tenê dixwest ez bimirim." Can destnîşan kir ku di nav leşkerên ku hatibûn mal de çawûşê Qereqola Bekirhanê jî hebûye, ji wê rojê pêve tu agahî ji kurê xwe negirtiye.
 
HEM LI GALATASARAYÊ Û HEM JÎ LI ÊLIHÊ…
 
Can li her derê li kurê xwe digere, her cihê ku diçê derî li wê tên girtin, bi saya keça xwe Altun Bîçîcî li Êlihê tev li kerwanê Dayikên Şemiyê dibin. Niha jî li Stenbolê bi neviyên xwe re jiyana xwe dewam dike, di 2 salên dawî de qasî ku tenduristiya wê têrê dike bi keça xwe Perîxanê re li Qada Galatasarayê aqûbeta kurê xwe dipirse. Keça wê Altun Bîçîcî jî li Êlihê bi Dayikên Şemiyê re çalakiyê pêk tîne.
 
‘WEKÎ KU ÇÛME GEL BIRAYÊ XWE’
 
Xwûşka Mehmet Şirîn Maltu Perîxan Maltu jî destnîşan kir ku her kesên li Qada Galatasarayê bi heman hêstê tevdigerin, her gava ku diçe Qada Galatasarayê wekî ku çûbe gel birayê xwe, kêfxweş dibe. Maltu aşkera kir ku ew her roj li rêya birayê xwe mêze dike û wiha axivî: "Heta em bijîn em ê ji bo girtina hestiyê birayê min tê bikoşin."
 
MA/Muhammet Dogru
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne