Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin 2017-10-20 10:23:54   STENBOL – Dayika Mehmet Şirîn Mutlu yê di bin çavan de hat windakirin, Sabriye Can û xwûşka wî Perîxan Maltu li Qada Galatasarayê, xwûşka wî ya din Altun Bîçîcî li Êlihê birayê xwe digere. Perîxan Maltu got ku "Ez her cara ku diçim Galatasarayê wekî ku çûbim gel Mehmet Şirîn."   Bûyerên "Kiryarên wan ne diyar" bi salan e di dîroka dewletê de wekî "rûreşiyekê" tê dîtin, cihê ku dewlet xwe ji vê rûreşiyê rizgar bike, ji bo xizmên windayan ji têkoşîna wan bide serkirin, her tiştî dike. Gelek dozên ku dihatin dîtin di bin navê "demboriyê" de hatin xiztin, gelek dozan jî înkar kir û da zanîn ku bûyerek wiha neqewimî ye. Ruxmê hemû hewldanên dewletê, Dayikên Şemiyê dest ji têkoşîna xwe bernedan. Yek ji van jî malbata Maltu ye. Di sala 1995'an de leşker Mehmet Şirîn Maltu binçav dikin û malbatê tu agahî ji kurê xwe negirt. Dayika M. Şirîn Maltu Sabriye Can diyar kir ku wê xwestiye wê demê bimire, lê dê heta mirinê dest ji têkoşîna xwe bernede.   KURÊ MIN BÊ BAV MEZIN BÛ   Sabriye Can di sala 1950'yan de li mezraya Zediyanê hatiye dinê, ji ber ku malbata wê bi cotkariyê re eleqeder e, wê jî dest bi cotkariyê kiriye. Piştî zewaca bi Ferman Maltu re, 2 ji wan keç 4 zarokên wê çêdibin. Lê ji ber ku zewaca xwe ya fermî çênekirine, bi zarokên xwe re heman paşnav negirtiye. Hevşîjê wê Ferman Maltu di sala 1973'yan de jiyana xwe ji dest dide, Can zarokên xwe bi xwe mezin dike. Can destnîşan kir ku piştî hevjînê wê wefat dike, piştî 3 mehan kurê wê tê dinê, kurê xwe bê bav mezin dike.   PIŞTÎ 31'Ê ÇILEYA 1995'AN KURÊ XWE NEDÎT   Can aşkera kir ku di sala 1994'an de leşker bi ser gundê wan de digirin, bi hemû mêrên li gund re, kurê wê jî binçav dikin, mirovên din serbest tên berdan kurê wê 6 rojan di bin çavan de tê girtin û îşkenceyê lê dikin. Can dema kurê xwe piştî îşkenceyê dibîn, wekî ku parçeyekî canê wê çûbe dil bi êş dibe, piştrast kir ku piştî îşkenceyê kurê wê serbest tê berdan. Can destnîşan kir ku kurê wê di 31'ê Çileya 95ân de ji bo kalê xwe ziyaret bike çûye serdana wî û wiha got: "Wê şevê leşker bi ser mala kalê wî de digirin û wî binçav dikin. Li nava gund îşkence lê kiribûn, min qêrîna wî li mal bihîst. Min xwest em xwe bigihînim kurê xwe, lê leşkeran ez asteng kirim û gef li min xwarin."   ‘WÊ DEMÊ MIN TENÊ XWEST EZ BIMIRIM’   Can anî ziman ku rojek şûn de leşkeran di saetên  nîvro de bi panzer û maşîneya Peugeotê Mehmet Şirîn anîne gund û wiha pê de çû: "Dema anîn gund çiwal xistibûn serê wî, dest û piyên wî girêdayî bûn, jê xwestibûn ku cihê gerîlayan nîşanê wan bide. Piştî îşkenceya li qada gund kurê min anîn malê ew di serşoya malê de kilît kirin. Îşkenceya leşkeran li malê jî dewam kir, lê tiştek bi destê min nedihat û wê demê min tenê dixwest ez bimirim." Can destnîşan kir ku di nav leşkerên ku hatibûn mal de çawûşê Qereqola Bekirhanê jî hebûye, ji wê rojê pêve tu agahî ji kurê xwe negirtiye.   HEM LI GALATASARAYÊ Û HEM JÎ LI ÊLIHÊ…   Can li her derê li kurê xwe digere, her cihê ku diçê derî li wê tên girtin, bi saya keça xwe Altun Bîçîcî li Êlihê tev li kerwanê Dayikên Şemiyê dibin. Niha jî li Stenbolê bi neviyên xwe re jiyana xwe dewam dike, di 2 salên dawî de qasî ku tenduristiya wê têrê dike bi keça xwe Perîxanê re li Qada Galatasarayê aqûbeta kurê xwe dipirse. Keça wê Altun Bîçîcî jî li Êlihê bi Dayikên Şemiyê re çalakiyê pêk tîne.   ‘WEKÎ KU ÇÛME GEL BIRAYÊ XWE’   Xwûşka Mehmet Şirîn Maltu Perîxan Maltu jî destnîşan kir ku her kesên li Qada Galatasarayê bi heman hêstê tevdigerin, her gava ku diçe Qada Galatasarayê wekî ku çûbe gel birayê xwe, kêfxweş dibe. Maltu aşkera kir ku ew her roj li rêya birayê xwe mêze dike û wiha axivî: "Heta em bijîn em ê ji bo girtina hestiyê birayê min tê bikoşin."   MA/Muhammet Dogru