* Eyno Kaya ya 78 salî tevî hemû nexweşînên xwe, bi zor û zehmetiyên jiyanê li kolanan bermayiyên kêrnehatî berhev dike û pê debara malbata xwe dike. Kaya ji saetên êvarê heta berdestê sibê kolan bi kolan digere, naylonan, kartonan û şûşeyên avê yên plastîk berhev dike. Kaya, diyar kir ku her çiqas hêza wê ya kar bike nemabe jî, lê neçar e li ser piyan bisekine û bixebite.
* Girtiyê nexweş Şakir Akkurt ê di sala dawî de sewqî sê girtîgehan hat kirin, nayê derman kirin. Ji ber enfeksiyona çavan, Akkurt pir diêşe û her ku diçe êşên wî zêdetir dibin.
* Serokê Zêrker û Serafan a Amedê Mûstafa Akkûl, diyar kir ku ji ber ku fiyetên zêran zêde dibin mirov nikarin dawetên xwe bikin û ji ber vê ji dêvla ku zêran bikirin kirê dikin.
* Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Selîm Açar, sererastkirina Aştiya Îmarê nirxand û bilêv kir ku ev tê wateya talankirina bajêr.
* Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû, destnîşan kir ku ji rewşa aboriyê diyar e ku dê di payîzê de krîza aborî rû bide. Kozanoglû, bilêv kir ku dê ev yek tesîrê tenê li welatiyan neke, dê bernameya kemergirdanê jî bê sepandin.
* Serokê SP'a Amedê Fesîh Bozan, diyar kir ku wan bihîtiye ku li Şaredariya Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên wê yên qeyûm tayînî wan hatine kirin nelirêtî tên kirin û bertîl tên stendin, îhaale tên parkirin û di girtina kar de pereyên mezin dizîvirin û xwest ev îdia bên lêkolînkirin.
* Li Silopiyayê lingê Çîgdem Başaka 10 salî di nav bariyerên polîsan de asê mabû. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de, der barê polîsê bi navê M.Ç. ê ji cihê bûyerê dûr ket de biryara neşopandinê hat dayîn.
* Parêzer Baran Dogan, pêkanîna "hedefa demê' ya di darazê de nirxandin û got: "Sedemên darizandinên di demên xwe de bi dawî nabin, ne pirsgirêka demêye, pirsgirêka daraz polîtîk bûye."
* Ciwanên ku dê tev li şajiya ciwanan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bidin ku dê di 11'ê Tebaxê de bê lidarxistin gotin: "Heta niha bi tu awayî me çok danenî, em ê niha jî daneynin û em herkesî vedixwînin şahiyê."
* 2'yemîn danişîna doza 9 rêveber û endamên DBP û HDP'ê ya rojnameger Haydar Ergul jî dinavê de ku di serdegirtina malan a 28'ê Tîrmeha 2017'an li Stenbolê hatin binçavkirin û girtin de, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, dê li dijî pêkanînên hedefgirtina endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk a ji aliyê Wezareta Tenduristiyê, li salona civînê ya TMMOB'ê civîna çapmeniyê li darbixin. (11.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser binçavkirinên rêveberên bajêr û endamên Meclîsa Ciwanan ên piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê pir zêde bûn, dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapmeniyê li dar bixe. (13.00)